HPG: 15 leşker û kontrayek hatin kuştin

Gerîlayên HPG'ê li Başûrê Kurdistanê, Amed, Colemêrg, Şirnex û Sêrtê li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di çalakiyê de 15 leşkerên Tirk û kontrayek hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên ji 29'ê Gulanê heta 3'ê Hezîranê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de 3'ê Hezîranê li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyên xurt kirin. Li gorî vê yekê;

LI ŞEMZÎNANÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ: LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Hêzên me saet 03:00 li dijî leşkerên dagirker ên li dora Qereqola Bezelê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê derketin operasyonê li girê Şikêre Reş çalakiyeke sabotajê kirin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin. Hêzên me heman rojê saet 15:20'î, li dijî yekîneyeke heman operasyonê çalakiyeke sabotajê kirin û di çalakiyê de leşkerek hate kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Hêzên dagirker piştî çalakiyê termên xwe û leşkerên xwe yên birîndar bi helîkopterên bi tîpa Skosky ji herêmê rakirin.

LI BEZELÊYÊ LI YEKÎNEYA LEŞKERÎ HATE XISTIN: 4 MIRÎ, 3 BIRÎNDAR

Hêzên me yên YJA Starê saet 17:40'î, li mintiqeya Boxaza Çeta ya li herêma Bezelê ya Şemzînanê li yekîneyeke artêşa TC a dagirker xistin. Di vê çalakiyê de ku derbên xurt li stargeheke yekîneya dijmin hate xistin, 4 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Hêzên dagirker obus û hawan piştî çalakiyê avêtin herêmê.

Saet 05:30'î, hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên mirî 3u birîndar nehate zelakirin.

3 LEŞKERÊN TIRK LI BRADOSTÊ HATIN KUŞTIN

Hêzên me saet 08:30'î li dagirkerên li ser girê Evdilkofî yê li herêma Bradostê ya Sîdekan a Başûrê Kurdistanê xistin. Ji cihekî nêz ve derb li çeper û stargehên dijmin hatin xistin û di encamê de 3 çeper hatin rûxandin û 3 leşkerên dijmin hatin kuştin.

DU ÇALAKIYÊN LI DIHÊ

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de hêzên me 3'ê Hezîranê saet 17'an li girê qereqola Şuxa ya navçeya Dihê ya Sêrtê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

Hêzên me heman rojê saet 17'an di çarçoveya pêngava şoreşgerî de li nêzî gundê Eskî Erûh a Dihê, çalakiyeke sabotajê li stasyoneke bazê kirin. Di encamê de stasyona bazê hate rûxandin.

LI ŞIRNEX Û AMEDÊ DI ÇALAKIYAN DE 6 LEŞKER Û KONTRAYEK HATIN KUŞTIN

2'ê Hezîranê, artêşa TC a dagirker li qada Çemê Xeçkê yê navçeya Qilaban a Şirnexê dest bi operasyonê kir. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de 3'ê Hezîranê saet 08:15'an li nêzî geliyê Gosini li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerekî dijmin hate kuştin. Operasyon 3'ê Hezîranê bi rengekî bê encam qediya.

29'ê Gulanê saet 13'an, hêzên me dest danîn ser qemyoneke ku malzeme ji qereqola Hegasor a li navçeya Hênê ya Amedê re dibir. Ajokarê qemyonê jî piştî ku ji aliyê hêzên me ve hate hişyarkirin, hate berdan. Hêzên dagirker piştî çalakiyê li herêmê dest bi operasyonê kirin. 30'ê Gulanê operasyon ber bi qada Apê Mûsa ya Licê ve berfireh bû û heman rojê saet 19:30'î li dijî yekîneyeke dijmin çalakî hate kirin. Ji cihekî nêz ve derb li yekîneya dijmin hate xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin kontrayek û 2 leşker hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên bi tîpa Kobra bombe li herêmê barand û mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên bi tîpa Skorksy ji herêmê rakir. Operasyona roja 31'ê Gulanê bi rengekî bê encam qediya.

31'ê Gulanê saet 09.30'î hêzên me li dijî yekîneyeke dijmin a li ser rêya navbera navçeyên Licê û Hênê yên Amedê kontrola rê dikir, çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de 3 leşker hatin ukştin, leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê rêya navbera Licê û Hênê li trafîkê girt û dest bi operasyonê kir. Operasyon 2'ê Hezîranê bi awayekî bê encam qediya."