HPG: 11 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên bi bandor ên li dijî artêşa Tirk a dagirker de bi kêmanî 11 dagirker hatine ‘cezakirin’.

HPG’ê ragihand ku gerîlayên HPG/YJA Starê di navbera 24 Îlon û 1’ê Cotmehê de li Xakurkê û Heftanînê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên bi ‘bandor’ lidar xistiye.

HPG’ê li ser çalakiyan û encamên wê ev agahî parve kirin:

“Hêzên me di çarçoveya ‘Dem dema azadiyê ye’ de 1’ê Cotmehê saet 06:30’î li dijî artêşa TC’ê ya li Girê Koordîne ya li herêma Şehîd Bêrîtan a Xakûrkê bicih bûne, ji sê baskan ve çalakiyek berfireh pêk aniye. Ji aliyê baskê yekem ê çalakiyê ve dagirkerek hatiye cezakirin û kamereya mobesa ya li ser gir hatiye rûxandin. Baskê duyemîn jî çeperek a dagirkeran rûxandin, 5 dagirker cezakirin. Dîsa li vir çekek A-4 hatiye rûxandin û 2 dagirkerên ku çek bi kar dianîn jî hatin cezakirin. Baskê sêyemîn jî kamereyek û çeperek a li gir li gel dagirkerên têde îmhakirine. Dîsa hêzên me radar û çavkaniya wê ya hêzê ya li gir îmha kiriye. Piştî vê çalakiya ku ji bo bîranîna hevrêyê me Fermandar Egîd Garzan ê yek ji Fermandarê Eyaleta Xakurkê bû ku şehîd bû hatiye kirin û şûnde, dagirker bi helîkopterên Skorsky cenazeyên leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê rakirine.

24’ê Îlonê saet 10:00’an hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de li dijî dagirkerên TC ya li Girê Dûpişka bicih bûne, çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin. Piştî çalakiya hate kirin û şûnde artêşa TC’ê dever bi obus û hewanan bombe kir.

Artêşa TC’ê piştî ku 27’ê Îlonê li Girê Koordîne yê Herêma Heftanînê leşker danî, 28’ê Îlonê li devera Keşanê dest bi operasyoneke ya dagirkeriyê kirin. Agahiyên têkildarî operasyonê wê piştre bi raya giştî re bê parvekirin.

23’ê Îlonê artêşa TC’ê piştî ku li devera Qela Şûkê û Şehîd bêkes a girêdayî devera Şûka ya Avaşîn leşker dan û şûnde, li hermê dest bi operasyonekê kiribû, ev operasyon dewam dike.

Êrîşên balafirên şer ên artêşa TC’ê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin, di vê çarçoveyê de;

1’ê Cotmehê saet 17:30’î balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Çemankê ya Dihok a Başûrê Kurdistanê bombe kirin.

1’ê Cotmehê saet di navbera 10:00-10:30’î balafirên şer devera Gundê Fila ya herêma Zapê bombe kirin.

1’ê Cotmehê saet di navbera 16:00-16:30’î û 30’ê Îlonê jî saet 16:00’an balafirên şer devera Werxelê ya Herêma Avaşîn bombe kirin.

1’ê Cotmehê saet di navbera 08:00-08:10’ê de  balafirên şer devera Mervanos û Şehîd Dîren ên herêma Avaşîn bombe kirin

29’ê Îlonê saet di navbera 16:30-17:00’an de û 1’ê Cotmehê saet di navbera 08:15-17:00’an de devera Şukê ya Avaşîn bombe kirin.”