Hozat: Wê nikaribin pêşî li Kurdistana Xweser bigirin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir, ku Tirkiye ya bi rêveberiya AKP'ê ketiye nava pêvajoya întixara siyasî û bang li hemû hêzên antî faşîst kir, ku vê desthilatdariyê hilweşînin.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, li ser rojevê ji ANF'ê re axivî û di destpêkê de bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Hozat destnîşan kir, ku polîtîkayeke taybet li dijî Rêberê wan tê meşandin û diyar kir, aliyên 'neteweyî' û 'navneteweyî' yên vê polîtîkayê hene.

Di vê der barê de Hozat got, "Aliyê xwe yê 'neteweyî' bi polîtîkayên mêtinger qirker ve heye. Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê Kurdan qir dike. Tecrîda giran jî, di çarçoveya vê polîtîkaya qirkirinê de ferz dikin. Hewl didin Rêber Apo ji gel, ji civakê qut bikin û nehêlin xwe bigihîne gel. Ji wan heye ku wê karibin Rêbertî bê bandor bikin, vîna gel bişikînin û bi vî rengî teslîm bigirin.

Aliyê navneteweyî yê vê polîtîkaya tecrîda şidandî jî, encameke daxwazên ji bo şikandina bandora Rêberê me û girêdana Kurdan a bi xwe ve ye. Armanca komploya navneteweyî çi be, armanca vê tecrîda girankirî jî ew e."

OCALAN NASNAMEYA KOLEKTÎF E

Hozat diyar kir, pêknehatina hevdîtinên bi Rêberê wan re, şer û neçareseriya li herêmê bi taybetî ya li Tirkiyeyê mezintir dike û got, "Pozîsyona Rêberê me ji bo aştî/demokrasiya li Tirkiye û herêmê, di asteke diyarker de girîng e. Projeyên ku diafirîne, projeyên çareseriyê ne ku dikarin dawî li şerê li Tirkiye û herêmê bînin û rê li ber demokrasî, azadî û aştiyê vekin."

Besê Hozat got, "Her têkoşîna ji bo azadiya Rêberê me bê dayin, têkoşîna ji bo demokrasî, azadî, wekhevî û edaletê ye. Mezinkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê li her cihî tê wateya têkoşîna ji bo azadiya Rêberê me. Azadiya Rêberê me û têkoşîna ji bo azadiya gelên me, azadiya jinan û demokrasiyê, di zikhev de ne" û destnîşan kir, ku Ocalan ji bo gelê Kurd, gelan, jinan û mirovahiyê îradeya azad temsîl dike.

Hozat destnîşan kir, ku Ocalan ji şexsekî wêdetir, nasnameyeke civakî ya kolektîf e û got, "Têkoşîn û berxwedana ji bo azadiya Rêber Apo, di heman demê de têkoşîna afirandina demokrasiyê û azadiya civakî ye."

DIVÊ TÊKOŞÎN BÊ GEŞKIRIN

Di dewama axaftina xwe de Hozat işaret bi têokşîna gelê Kurd, jinan û dostan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalna kir û anî ziman, ku ev têkoşîn ji bo wan gelekî girîng û hêja ye. Hozat çalakiyên bi vê armancê li Ewropa, Rojavayê Kurdistanê, Federasyona Bakurê Sûriyeyê, li gelemperiya Kurdistan û Tirkiyeyê bi bîr xist û anî ziman, ku ev têkoşîna watedar lazim e bi rê û rêbazên hê dewlemend û afirîner bê geşkirin.

HEWLDANA JI BO AFIRANDINA NÎJADEKÊ

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bi dewamî bal kişand ser mijara ferzkirina kincê ji tek tîpî li ser girtiyan û ev nirxandin kir: "Rejîma faşîst a AKP-MHP hewl dide mirov, jin, civak, ziman û ola yek tîpî biafirîne. Hewl dide hemû nasnameyên cuda yên etnîkî, olî û çandî ji holê rake û mîna faşîzma Hîtler nîjadeke ji yek tîpî biafrîne. Ev yek qirkirineke tirsnak e, sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye."

Hozat anî ziman, her kesên li ber vê rejîma faşîst radibe tên girtin, hewl tê dayin vîna wan bê şikandin û got, "Niha jî ev polîtîkaya xwe biriye zindanan. Mîna pêvajoya faşîzma 12'ê Îlonê lixwekirina kincê ji yek tîpî li ser girtiyan ferz dikin. Wateya vê eşkere ye; şikandina vîna girtiyan û teslîmgirtina wan. Yanî naxwazin li ti cihî meyleke berxwedanê bihêlin. Dixwaze hemû hêzên berxwedanê yek bi yek ji holê rakin.

GIRTIYÊN SIYASÎ WÊ LI DIJÎ VÊ LI BER XWE BIDIN

Hozat bi bîr xist, ku berxwedana zindanan bandoreke gelekî mezin li ser berxwedana civakî dike û got, "Berxwedana zindanan timî hêz û moraleke mezin daye civakê. Çanda berxwedanê ya civakî xwedî kiriye û mezin kiriye. Girtiyên siyasî tên wateya têkoşîna rûmetê û berxwedana li dijî faşîzmê."

Hozat destnîşan kir, ku girtiyên siyasî wê li dijî van kiryarên rûmeta mirovan dişikînin, li ber xwe bidin.

DÎKTATORIYA FAŞÎST A ERDOGA-BAHÇELÎ TIRKIYE LI HUNDIR Û DERVE XISTIYE NAVA ŞEREKÎ MEZIN

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat da xuyakirin, ku dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî Tirkiye hem li hundir hem jî li derve xistiye nava şerekî gelekî mezin û wiha dewam kir:

"Vî şerî jihevketina dewletê mezin kiriye. Xuya ye operasyonên dîktator Erdogan ên li ser dewletê wê zêde bi kêr neyên. Dîktator Erdogan ji ber ku Kurdan qir dike destekê ji MHP û Ergenekonê digire. Aliyê wan ê hevpar neteweperestî ye, înkar û tinekirina Kurdan e. Lê belê gelek aliyên wan ên ku ne hevpar in, dijberên hev in hene. Tifaqa AKP'ê qels e û li ber şikestinê ye. AKP li ser dijminatiya li Kurdan nikare heta dawiyê pitşgiriya MHP û Ergenekonê bigire û dewleteke olî ava bike. Ev hêzên navborî wê desteka xwe ya ji bo polîtîkaya AKP'ê ya qirkirina Kurdan bidomînin. Lê kengî dîtin ku AKP li derveyî hesab û planên wan tevdigere, wê hingî li serê AKP'ê bixin."

Hozan diyar kir, hemû têkiliyên dîktator Erdogan ku bavê pragmatîzmê ye, taktîkî û serdemî ye û got, "Dîktator Erdogan bi vexwarina xwîna Kurdan û mazlûman nikare hê bêhtir li ser desthilatdariyê bimîne."

DIVÊ EV DESTHILATDARIYA FAŞÎST BÊ HILWEŞANDIN

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir, ku Erdogan bi mejiyê 'ez nebim wê tofan rabe' Tirkiye xistiye nava şer û şîdeteke mezin.

Hozat ev tespît kir: "Ev şer, Tirkiyeyê roj bi roj hildiweşîne. Tirkiye di serdema xwe ya herî qels de ye. Zehmet e ku bi vî rengî bê ser xwe. Tenê rêyek li pêşiya wê dimîne. Ew jî, hilweşandina vê desthilatdariya faşîst e. Heta ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê neyê hilweşandin, dîktator Erdogan ji desthilatdariyê neyê daxistin, heta ku hesab nedin Kurdan û gelên Tirkiyeyê, Tirkiye wê nikaribe li ser lingê xwe bisekine. Wê nikaribe ji nava vê çiravê derkeve. Tirkiye bi vî awayî di nava pêvajoyeke întixara siyasî de ye."

BERSIVA BI HER AWAYÎ, REWA YE

Hozat anî ziman, Erdogan bi hilweşandina bajarên Kurdan, xerakirina cihên çandî û dîrokî Sûr û Heskîfê, şewitandina daristanên Dersim, Botan û Amedê û binavkirina cihên pîroz ên dîrokî bi bendavan re, tenê sûcên xwe zêde dike.

Besê Hozat destnîşan kir, her şêwe têkoşîn û bersivdana li van êrîşên qirkirinê, maf e û rewa ye. Hozat got, "Gerîla û ciwanên Kurdistanê bersivê didin, wê hê jî bersivê bidin. Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê hewl didde bîra çandî, dîrokî ya gelê Kurd tine bike û qirkirina çandî bi ser bixîne. Gelê me wê bi geşkirina berxwedanê destûrê nede vê yekê."

WÊ NIKARIBE PÊŞÎ LI KURDISTANA XWESER BIGIRE

Têkildarî polîtîkaya derve ya rejîma AKP'ê de Besê Hozat ev nirxandin kir:

"Polîtîkaya dijminatiya li Kurdan a hikumeta AKP-MHP'ê ya faşîst, hem li hundir hem jî li derve Tirkiye xistiye nava şer. Tirkiye di rewşa heyî de li navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e. Giraniya şer bi ser Tirkiyeyê ve diçe. AKP a bi serkêşiya dîktator Erdogan, bi kesî re li hev nake, bi her kesî re şer dike. Ji bo qirkirina Kurdan tawîz daye hemû welatan. Ji ber ku ya hêvî dike bi dest naxe, bi rengekî dîn û har li hemberî her kesî şer dike. Her kesî yek bi yek diceribîne. Di destpêkê de xwest bi Amerîkayê re vê planê bimeşîne. Piştî ku derket holê pêwîstiya Amerîkayê ji bo polîtîkayên li Sûriye û herêmê bi Kurdan heye, bi Amerîkayê re şer kir. Dûre berê xwe da Îsraîlê ku jê re kujer digot û bi Îsraîlê re jî nekarî zêde bimeşe. Piştre ji Rûsyaya ku ji bo destekê ji NATO'yê bigire balafira wê xist lêborîn xwest û berê xwe da Rûsyayê. Bi dorê berê xwe da Çînê û Îranê ku bi neteweperestiya Persê sûcdar dike. Niha bi her awayî tawîzê dide van hêzan û dixwaze bi pêş ve biçe. Lê belê ne diyar e ku wê heta ku derê biçe. Ya rast, xuya ye wê nikaribe bi pêş ve biçe.

Herêm êdî ketiye nava pêvajoyeke mezin a guhertinê. Tirkiye li hemberî vê guhertinê li ber xwe dide. Lê belê ev berxwedana wê ya li dijî guhertinê wê ti encamê bi xwe re nîne. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn wê rastiya Tirkiyeyeke nû derxîne holê. Kurd wê bibin xwedî statuya siyasî. Kurdistana Xweser a Demokratîk û Komara Demokratîk a sedsala 21'an wê bibe rûyê nû yê Tirkiyeyê. Hêza faşîzma AKP-MHP'ê têrê nake ku pêşî li vê bigirin.

Ev zelal e; heta ku Tirkiye nebe xwedî şeklekî nû, Rojhilata Navîn nabe xwedî şekleke nû. Ji nû ve dîzayna Tirkiyeyê li ser bingeha demokratîk, weke rewşeke teqez xwe nîşan dide."

TIRKIYE JI SER XETA EWROPAYÊ DERKETIYE; KETIYE SER XETA EL QAÎDEYÊ

Têkildarî krîza Tirkiyeyê ya bi Ewropayê, bi taybetî bi Elmanyayê re Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat ev nirxandin kir:

"Di navbera Tirkiye û Elmanyayê de krîzeke siyasî heye. Rast nîne ku ev krîz bi hilbijartinên li Elmanyayê ve bê girêdan. Sedemên vê krîzê kûr û pir alî ne. Tirkiye di rewşa heyî de ji ser xeta Ewropayê derketiye. Rejîma dîkta ya faşîst, modela dewleta netewe-olperest a ku AKP dixwaze ava bike, berevajî modela Îslama nerm e ku Ewropa wê dixwaze. AKP'ê Tirkiye xistiye ser xeta El Qaîdeyê. Rejîm-sîstema dewleta Tirk û rewşa civakî bi rengekî dijberiya li nirxen Ewropayê tê avakirin. Tirkiye ya bi rêveberiya AKP'ê alîkariyê bi gelek komên çete yên weke El Qaîde, DAIŞ'ê dike.

ÇALAKIYÊN DAIŞ'Ê YÊN LI EWROPAYÊ JI MÎT'Ê CUDA NÎNIN

Ti ji çalakiyên DAIŞ'ê yên li welatên Ewropayê, ji AKP û MÎT'ê cuda nîne. Eger lêkolîn û lêpirsîneke berfireh were kirin, wê bê dîtin ku li pişt van çalakiyan MÎT û AKP hene. Tirkiyeya heyî ji bo Ewropayê, bi taybetî ji bo Ewropayê tehlûkeyeke gelekî mezin e. Sedema bingehîn a krîza navbera Elmanya û Tirkiyeyê, ev xeta ku Tirkiye çûye ser wê. Bûyerên din ên rojane diqewimin, encama vê yekê ne."