Hozat bang li dengdêrên li Ewropayê kir

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bang li dengdêrên li Ewropayê kir ku dengê xwe bidin û got, "Yekane partiya ku dikare desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê hilweşîne, HDP ye."

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û diyar kir, Kurd, Elewî û rewşenbîrên ji neçarî çûne Ewropayê dikarin planên faşîzma AKP-MHP'ê têk bibin.

Hozat ji bo akademîsyen û rewşenbîrên li Ewropayê got, "Ji bo Tirkiyeyeke azad û demokratîk, li ku dera dinyayê dibin bila bibin, têkoşîn, xwedîderketina li nirxên însaniyet û demokrasiyê, ji bo rewşenbîr û siyasetmedarên Tirkiyeyî erka sereke ye."

Besê Hozat işaret bi sazûmankirina faşîzma AKP-MHP'ê kir û got, ev dîktatorî dixwaze qirkirina Kurdan bibe serî.

Hozat ev bang li dengdêrên li Ewropayê kir: "Ev dîktatoriya faşîst eger di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de bi ser bikeve, di serî de Kurd, Elewî û jin, zerareke mezin wê li hemû nasnameyên me bibe. Ji ber ku rejîma faşîst-qirker wê çarpîne xwe berde û hukmê xwe pêk bîne.

Lewma eger di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de HDP ji bendê bibihure, rejîma faşîst a AKP-MHP'ê wê di dîrokê de derba têkçûnê ya herî mezin bixwe, ji textê xwe serberjêr bikeve xwarê. Ev rewş li Tirkiyeyê wê meydanê ji demokrasiyê re veke. Bibe destpêka pêvajoyeke nû.

Lewma, dengên li Ewropayê girîng e û diyarker e. Ji bo ku HDP ji bendê bibihure, pêdiviya wê heye bi dengê gelê me yê li Ewropa, bi dengê dostên Tirkiyeyî û welatiyên Tirkiyeyê yên ku alîgirê demokratîkbûna Tirkiyeyê ne. 

Li Ewropayê jî bijîn, her mirovê ku dixwaze Tirkiye azad, wekhev û demokratîk be dengê xwe bide HDP'ê. Li Ewropayê serjimara Kurd û Elewî gelek e. Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê Kurdan û Elewiyan dixe ber qirkirinê. Eger di hilbijartinan de bi ser bikeve, dixwaze vê qirkirinê bibe serî. Lewma mirovên Kurd û Elewî divê teqez biçin ser sindoqan, dengê xwe bidin HDP'ê û di hilweşandina desthilatdariya faşîst de bi dewra xwe rabin."