Hîzbulkontra li Başûr tê bicihkirin

Huda-Par ku rûyê legal ê Hîzbulkontra ye û koma wê ya sermayeyê HAKSIAD, bi garantoriya MÎT'ê û bi pêşengiya PDK'ê li Başûrê Kurdistanê di asta herî bilind de hatin pêşwazîkirin, nûnertiya xwe ya fermî vekir û hemû derfet jê re hate pêşkêşkirin.

Şebekeya kuştinê ya dewleta Tirk, hefteya dawî bi vexwendina fermî ya PDK'ê li Hewlêrê ye. Nûnertiya xwe ya fermî vekir. Di asta heyetan de hevdîtinên hevkariya aboriyê kir û civînên nepen pêk anî. Ne tenê PDK'ê, her wiha aktorên din ên siyasî jî bi vî destê qirêj girtin.

Weke ku tê zanîn, Mesûd Barzanî her ku serdana Enqereyê kir bi serokê giştî yê Huda-Parê re li navenda MÎT'ê hevdîtin dikir. Şîrketên bazirganiyê yên ku xizmên Huseyîn Velîoglû hevkarên wê ne ku Velîoglû yek ji damezrînerên Hîzbulkontra ye û bi dehan endamên Hîzbulkontra yên li Tirkiyeyê li wan tê gerîn li herêma PDK'ê di bin ewlekariya Parastinê de demeke dirêj e karên bazirganî û siyasî dikin. Niha jî hewl tê dayin li Başûr kembereke hevkariyê ava bikin ku projeyeke MÎT'ê ye. Em bala xwe bidin ser vê projeyê.

Bi serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirk Çavûşoglû ya li Hewlêr-Iraq-Kerkûkê re Huda-Par (aliyê qanûnî yê Hîzbulkontra ye) kete nava hewldanan. Hevdîtinên PDK-Huda-Parê weke têkiliyên ji rêzê yên siyasî û bazirganiyê ji çapemeniyê re hatin ragihandin, lê belê hevdîtin gelekî berfireh bûn. Sermayeya Hîzbulkontra (HAKSIAD) ji aliyê PDK'ê ve di asta herî bilind de hate qebûlkirin. Piştre serokê giştî yê Huda-Parê yê nû Îshak Saglam tevî heyetekê 30'ê Nîsanê bi Mesûd Barzanî re hevdîtin kirin.

1'ê Gulanê jî nûnertiya xwe ya fermî vekir. Dema ku mirov bala xwe bidin ser piştgiriya jê re hate dayin û serdanên pîrozbahiyê, moderatoriya dewleta Tirk û servîsa PDK'ê baştir tê fêhmkirin. Yên ku destek dan û pîroz kirin: Bizûtnewey Îslamî Kurdistan, Yekitî Niştîmanî Kurdistan, Tevgera Tirkmen a Serbixwe, Yekgirtûy Îslamî, Komela Îslamî Kurdistan, Partiya Demokratî Kurdistan, Partiya Îslam a Iraqê, Komeleya Darul-Beyan, Muessesa Ronakî, rûspî, Yekîtiya Karsazên Kurdistanê, gelek wezîr, wekîl, burokrat û bazirgan...

PDK ji aliyekî ve bi baregehên ku pêşkêşî Tirkiyeyê dike dagirkirina Başûr rewa dike, li aliyê din jî rê li Hîzbulkontra vedike ku amûreke şerê taybet e. Hiştina Kerkûkê ji Eniya Tirkmen re, avakirina hêza paramîlîter a bi pereyên Tirkiyeyê re û hewldana avakirina Hîzbulkontra weke avakirina mîsyonek mîna ENKS'ê û rewakirina wê tên şîrovekirin. Kembera xiyanetê ya nokoer a ku dorê li Şoreşa Rojava bigire, li Başûr jî bi destê PDK'ê bi cih tê anîn. Tê gotin ku hewl tê dayin, qadên stratejîk ên navbera Rojava, Şengal, Mexmûr û Qendîlê bên asêkirin û bi vî rengî ji hev bên qutkirin. Rêveberiya Başûr jî vê yekê bi dilxwazî dike. Lewma mûxatabê pêşkêşkirina derfetan li Başûr ji bo Hîzbûllahê PDK ye û moderatorê wê jî MÎT e. Armanc jî kembera xiyanetê ye.