Hişmendiya dîrokî ya Heskîfê ji holê tê rakirin

Dewlet bi Bendava Ilisuyê dîroka 12 hezar salî ya Heskîfê tune dike, bi vê taxrîbatê re çand, aborî û zindîwarên di Çemê Dîcleyê de jî tune dike.

Bajarê dîrokî Heskîf yek jî kevneşopiyên dîrokî ya bi hezaran salî ye û ji gelek şaristaniyên qedîm re malovanî kiriye. Ev şûnwarê dîrokî ji 10 krîterên UNESCO'yê xwediyê 9 krîteran e. Di sala 1978'an de Lijneya Bilind ya Bîrdariyên Tirkiyeyê di dereceya yekemîn de wekî qada ekolojîk û sît îlan kir û ji sala 1981'an vir ve jî Wezareta Çandê û Midûriyeta Giştî ya Muzeyan û Berhemên Kevin jî wê diparêzin. Heskîfa ku tenê bizmarek jî lê nedihat xistin, di demên dawî de bi destê hikumeta AKP'ê tê talankirin.

ESNAF TÊN KOÇBERKIRIN

Li Heskîfê rûxandin bi her alî dewam dike, Bendava Ilisuyê ya ku bandoreke xirab li ser qadên jiyanî dike, esnafên herêmê jî bi krîzeke mezin re rû bi rû ne. Esnafên ku fikarên wan her roj zêde dibin, ji ber rûxandina bi dînamît û maşîneyên kar, bi koçberiyê re rû bi rû ne. Bi fermana Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) û Qaymeqamê Heskîfî, zinarên 12 hezar salî li ber ketinê ne û ev talan jî bi destê Fîrmaya Çiyayî ya Endustriyel a Bayê (Rüzgar Endüstriyel Dağcılık Firması) tê kirin. 

ZINARÊN MEZIN TÊN RÛXANDIN

Zinarên mezin ên di nava kelehê de berî 3 rojan di wan de dînamît hatin bicihkirin û di saetên sibehê de hatin rûxandin. Parçeyên ku di zinar de mane, heke bikeve dibe ku Mizgefta Er-Rizk û Qesra Piçûk jî bi xwe re birûxîne û xetereya vê dewam dike. Zinarên mezin piştî bi dînamîtan hat rûxandin û li ser medyaya civakî bertek zêde bûn, Waliyê Êlihê daxuyanî da û îddîa kir ku zinar ne bi dînamîtan, bi 'alavên ekolojîk' tên rûxandin. Dîsa ji ber rûxandinê di Çemê Dîcleyê de qirêjî her roj zêdetir dibe û ev jî bandoreke mezin li ser jiyana zindiyan dike.

ÇANDINÎ TUNE DIBE

Heskîfa di warê çandinî û rêsandina berheman de gelekî dewlemend e, ji ber xebatên bendavê di rewşeke xirab de ye. Berê piştî tûrîzma li Heskîfê, çandiniya herêmê dihat û çandiniyê debara gelê herêmê gelekî baş dikir. Welatiyên herêmê aşkera kirin ku wan rojê 10 kamyon zebze û fêkî berhev dikir, ne tenê Heskîf, wan ji bo Êlihê jî ev berhem dişandin. Lê niha ji ber bendavê nikarin debara xwe bikin. Welatiyan piştrast kir ku berê li navçeya wan 600 hostayên rêsandinê hebûn, lê tenê ji wan 2 kes mane. Faris Ayhan ê 84 salî yek ji wan e, her çendî pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hebin jî her roj dikana xwe vedike.

MALÊN TOKÎ'YÊ DIRÛXIN

Di qadên ku nû avahî lê hatine çêkirin, 710 avahiyên TOKÎ'yê jî hatine çêkirin, lê ji ber bendavê bi lez û bez çêkirine, avahî li ber rûxandinê ne û gelek avahî sewaxa wan ketiye jî. Hat gotin ku di malên beriya wan de jî heman pirsgirêk derketine. Li qadên ku TOKÎ lê hatine çêkirin, bermahiyên Heskîfê yên dîrokî jê dertên. Maşîneyên kar berî demekê li herêmê cihek koland, li wê herêmê qanalên avê yên ku diçûn Turbeya Zeynel Beg û Îmam Abdullah hatin dîtin, li gorî agahiyan ev qanalên avê berî 600 salî hatine çêkirin. Lê ji ber xebatên maşineyên kar, di bin xetereyê de ne.

TURBEYA ZEYNEL BEG TEXRÎB DIKIN

Ji derveyê van, betonên Turbeya Zeynel Beg a ji cihê xwe hat kişandin jî di bin xetereya maşîneyên kar de ye. Di dema kişandina turbeya 650 salî de, moriyên şîn ên di turbeyê de zerar dîtin û daweşiyan. Welatiyên herêmê dan zanîn ku ji ber ku hemû berhemên dîrokî bûn, destûr nedidan ku ew bizmarekê jî lê bidin, lê îro bi her warî tune dikin û gelê herêmê li dijî vê talanê aciz e.