Hiqûqnasên Wanê: Doza girtinê sîparîşa deshilatdariyê ye

Hiqûqnas Mahmût Kaçan û Jiyan Ozkaplan diyar kirin doza girtina HDP'ê sîparîşa desthilatê ye.

Ji baroya Wanê parêzer Mahmût Kaçan û Jiyan Ozkaplan li ser girtina HDP'ê axivîn.

Kaçan diyar kir îdîanameya ku ji bo girtina HDP'ê hatî hazirkirin ne li gorî hewcehiya hiqûq û cameweriyê ye, li gorî daxwaza desthilatdariya siysaî ye û bi rengekî dijî şêla lêpirsînê hatiye hazirkirin.

Kaçan got,''Ev îdîaname bi sîparîşa desthilata siyasî hatiye hazkirin û ji bo ku bidin ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn hatiye hazkirin. Heke bi qasî serê derziyê guh bidana rêgezên hiqûqî  û dariznadin bibe, li gorî vê îdîanemyê divê hemû îdîa werin redkirin.''

Kaçan her wiha diyar kir doza girtinê nîşan daye bê ka ''Plana Çalakiyê ya Mafê Mirovan'' ku AKP aşkere kiriye çendî pûç û vala ye.

Kaçan bi berdewamî got ji doza girtina HDP'ê yek ji armanca dî ew e ku dixwazin alîkariya xezîneyê li ser HDP'ê bibirin.

Parêzer Jiyan Ozkaplan jî got, ''Heke hemû partiyên muxalefetê li dijî vê rewşê helwestê nîşan nedin, ev bêdadî siberojê dikare ziyanê bide her kesî. Ji ber vê, peywireke mezin dikeve ser partiyên siyasî. HDP partiyeke wiha ye ku gelên cuda, çewisandî, karker, konên cuda yên etnîk û rengên din di nav xwe de vehewandine û ji pêvajoyeke dîrokî derbas bûye. Îro hişmendiya ku îro serwer e ji hiqûqê dûr ketiye. Ji ber vê mirov tenê dimînin û xerîb dimînin. Ev hişmendî bi salan e ku dixwaze civakeke wiha ava bike. Doza girtina HDP ku li dijî vê kevneşopiyê têkoşîna hiqûqî û dîrokî dide, bûye sedem ku baweriya bi dadê nemîne.''