BI DÎMEN

Hiqûqnas Kaçan: 'Mafê hêviyê' qencî nîne

Ji parêzerên Baroya Wanê Mahmût Kaçan got, nabe ku 'mafê hêviyê' weke qenciyekê bê pêşkêşkirin û diyar kir ku li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê divê sererastkirinên qanûnî bêne kirin.

MAHMÛT KAÇAN

Parêzer Mahmût Kaçan destnîşan kir ku li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku bi xala 90. a Destûra Bingehîn re parçeyek ji hiqûqa navxweyî ye, divê 'mafê hêviyê' bi cih bê anîn.

Parêzer Mahmût Kaçan ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku 'mafê hêviyê' xaleke hiqûqî ye ku bi biryarên DMME'yê hatiye destnîşankirin. Mahmût Kaçan got, "Ji ber ku balê dikişîne ser afirandina mekanîzmayên ji bo azadiya mehkûmên heta bi hetayê yên girankirî hate bikaranîn. Li Tirkiyeyê hîn sererastkirineke qanûnî û mekanîzmayek nîne. Biryareke DMME'yê ye ku hêviyê dide mehkûmên heta bi hetayê yên girankirî ku rojekê dikare azad bibe."

'MAFÊ HÊVIYÊ' DIVÊ BI CIH BÊ ANÎN

Parêzer Mahmût Kaçan bi bîr xist ku 'mafê hêviyê' yê ku Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî bal kişand ser, mekanîzmayeke li gorî îçtîhada DMME'yê ye û got, "Ev yek qenciyek nîne, yan jî ne ew nêzîkatî ye ku desthilatdariya siyasî ji bo hin kesan cudaxwaziyê bike. Berevajî vê yekê pênaseyeke hiqûqî ye ku kesên cezayên giran li wan hatine birîn divê bêne berdan. Bahçelî işaret bi vê xusûsê kiriye. Niha di mewzûata Tirkiyeyê de nîne, lê belê li gorî biryarên DMME'yê ku bi xala 90'emîn a Destûra Bingehîn re parçeyek ji hiqûqa navxweyî ye, divê sererastkirineke qanûnî di vê mijarê de bê kirin. Divê 'mafê hêviyê' bi cih bê anîn û dadgeh jî li gorî vê yekê tevbigere."