Rojnameger Aram Îbrahîm li ser rewşa başûrê Kurdistanê û nerazîbûnên hemwelatiyan ên li hemberî wê rewşê, li ser êrişên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê û hevpeymaniya di navbera PDK û dewleta dagirker a Tirk de û li ser rewşa opozîsyonê û çend pirsên din hevpeyvînek da ANF’yê.
Aras Îbrahîm di destpêka axaftina xwe da bal kişande ser zehmetî û qeyranên li başûrê Kurdistanê û got, “Diyar e li başûrê Kurdistanê qeyran roj bi roj zêdetir dibin. Ev qeyran ne yên niha ne, berevajî vê yekê ew qeyran in ku piştî damezrandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hev kom bûne. Çareseriyeke bingehîn ji bo van qeyranan nehatiye kirin û bûne sedema wê rewşê ku niha li başûrê Kurdistanê heye, bûye belayek li ser hemwelatiyên Herêma Kurdistanê.”
Aras Îbrahîm behsa desteserkirina aboriya Herêma Kurdistanê ji hêla desthilatdaran ve kir û amaje da wan encamên wê peymana 50 salî ya neftê ku bi dewleta Tirk re hatiye kirin û wiha domand, “Niha li başûrê Kurdistanê hemwelatî li cihekî ne, desthilatdar li cihekî din in. Bi awayekî wisa ku desthilatdarî niha ketiye dest eşîr û binemalan, bi kêfa xwe desthilatê bi kar tînin. Eger em sektor bi sektor behsa vê yekê bikin, bo nimûne sektora aboriyê yek ji wan sektoran e ku bi temamî bi bestika hemwelatiyan girtiye û girêdayî hemû karên din ên li başûrê Kurdistanê ye. Bo nimûne, mûçegirek ku mûçeya xwe wernagire, rasterast bandora vê yekê li ser bazarê çêdibe. Ev yek jî ji ber wê yekê ye ku di demên berê de hikûmeta Herêma Kurdistanê peymaneke 50 salî bi dewleta Tirk a dagirker re çêkiriye û ev jî bûye bela li ser hemwelatiyên Herêma Kurdistanê. Dema ku hikûmeta Herêma Kurdistanê peyman çêkir, ji bilî çend kesên nav binemala Barzaniyan; parlemento, hikûmet, partî û aliyên Herêma Kurdistanê û hemwelatî jî tê de ku xwedîyê rasteqîne yê dahatên Herêma Kurdistanê ne, haya wan ji naveroka vê peymanê tune ye û nizanin bê ka çi di nav wê peymanê de heye. Vê peymanê wisa kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji niha ve zêdetirî 32 milyar dolar deynê xwe hebe û vî deynî jî rasterast li ser jiyana hemwelatiyên Herêma Kurdistanê bandora xwe çêkiriye.”
Aras Îbrahîm berdewamî da axaftina xwe û diyar kir, “Wekî ku berî niha jî min amaje pê da, ji ber vê siyaseta şaş a 32 salên borî ya ku Herêma Kurdistanê dişopîne, hemû mijar girêdayî mijara aboriyê kirine û niha ev mijar bûye belaya serê wê sîstem û desthilata ku li Herêma Kurdistanê heye. Ew sîstem û desthilata ku li Herêma Kurdistanê heye, kî ne? Ser bi pergala kapîtalîst in ku niha bûye belayeke mezin ji bo hemû cîhanê. Li vir jî ku PDK’yê hemû desthilatdarî ji bo xwe girtiye, nûnertiya pergala kapîtalîst dike li Herêma Kurdistanê, lê bi şêwazeke cuda. Pergala kapîtalîst peyrew dike û wê pergalê bi pergala eşîretî û binemalî têkil dike. Niha ev mijar di nav binemala Barzaniyan bi xwe de jî bûye sedema belawelabûn û duberekiyê. Çima? Di demên berê de û di destpêka peydakirina neftê de bi şêwazekê miamele bi neftê re hate kirin wekî ku binemala Barzaniyan bi xwe xwediyê wê neftê be. Em dibînin ku niha xuya dibe ku her yek ji neviyên Barzanî xwedî bîreke neftê ne, xwedî şîrket in, mijûlî wê yekê ne ku çawa gazê bifiroşin, çawa neftê bifiroşin û gazê hilberînin. Ango bi awayekî miamele bi neft û samana binerdî û sererdî ya Herêma Kurdistanê re hatiye kirin ku xwedîtiya wê bi hemû awayî diçe ser mala Barzaniyan bi xwe. Nimûneya zindî ya vê yekê ew e ku gelek kurên Barzanî niha xwedî bîrên neftê û palavgehan in. Bandora vê yekê jî rasterast li ser hemwelatiyan çêdibe. Çima? Ji ber ku ji hêla binemalê ve ji wan re hatiye dayîn da ku dahata wan ji bo xwe xerc bikin. Ango mafê hemwelatiyan li ser wan bîrên neftê û wî karî nîn e. Niha jî ji ber ku ev binemal bi xwe serperiştiya hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, nikare ji bin destê wan derxe û bixe xizmeta hemwelatiyan. Ne tenê nikare, her wiha îradeya wê jî nîn e. Ji ber ku hikûmet bi xwe li ser bingeha gendeliyê hatiye avakirin. Berî niha jî me gotibû, hikûmetê ne tenê qeyran çareser nekirine, her wiha qeyran anîne vê rewşa niha ku heye. Mijareke girîngtir ku têkiliya wê bi jiyana hemwelatiyên Herêma Kurdistanê re heye, ew e ku debara hemwelatiyan di demsalên sermayê de ji ber nebûna sotemeniyê xerabtir dibe. Li Herêma Kurdistanê divê li gorî qanûnan hemwelatî her meh bermîlek neft wergirin. Lê belê em dibînin ku di gelek deverên Herêma Kurdistanê de hemwelatî nerazîbûnên xwe tînin ziman û xwepêşandanan dikin da ku bermîlek neft wergirin. Halê hazir ceyran tune ye, sotemenî tune ye, lê belê desthilatdar bi awayekî tev digerin û xwe wisa nîşan didin wekî ku hemwelatiyên Herêma Kurdistanê di asta herî jor a refah û xweşiyê de dijîn. Lê belê wan wisa li hemwelatiyan kiriye ku bûye sedema malwêraniya hemwelatiyên Herêma Kurdistanê. Em dibînin ku vê kabîneya Herêma Kurdistanê ji hêla aborî, siyasî, civakî û azadiya raderbirînê ve em navê xwe daniye ‘xweragir’.”
Aras Îbrahîm bi bîr xist ku PDK rênîşiyê ji dagirkeran re dike û zerarê dide asayişa Herêma Kurdistanê. Lê belê bi heman tometê wan rojnameger û çalakvanên Behdînanê zîndanî dike ku tenê daxwaza mafê xwe yê hemwelatîbûnê kiribûn. Aras Îbrahîm di vê mijarê de wiha got, “Ji ber ku di warê siyasî, aborî, civakî û azadiya raderbirînê de rexne lê tê girtin û nerazîbûn tê nîşandan, qet bandorê li wê nake. Ango xweragir e li hember wan karên ku bi ser hemwelatiyên Herêma Kurdistanê de anîne. Xweragir nîn e li hember daxwazên hemwelatiyan, xweragir nîn e li hember rexneyên hemwelatiyan, xweragir nîn e li hember rexneyên rojnamegeran. Her rojnameger yan çalakvanek ku rexneyê lê bigire, wan zîndanî dike. Ew desthilatdariya ku Mesrûr Barzanî serperiştiya wê dike, xwe di ser qanûnan re dibîne. Eger em vegerin sê sal berî niha, dema ku çalakvan û rojnamegerên Behdînanê ji ber daxwazên wan ew kirin zîndanê, rasterast berî biryara dadgehê ya li ser rojnamegeran, Mesrûr Barzanî axivî û got, ‘Ev sîxur in, ev terorîst in, ev ji bo têkdana asayişa Herêma Kurdistanê dixebitin.’ Lê belê ew desthilatdarî bi xwe ji bo têkdana aşayişa Herêma Kurdistanê dixebite. Nimûneya zindî ya vê yekê dewleta Tirk e ku roj bi roj xaka başûrê Kurdistanê dagir dike û hemwelatiyên sivîl dike armanc, lê belê li hember vê yekê hikûmetê bêdengî hilbijartiye. Hin kes mimkin e ku bibêjin belgeya vê yekê çi ye? Belge ew e ku berî ku dewleta Tirk a dagirker li ser şehîdkirina hemwelatiyên sivîl daxuyaniyê bide, PDK di bin navê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê de daxuyaniyê dide û hemû zanyariyan diweşîne. Ev yek jî nîşaneya wê rastiyê ye ku ew bi xwe rênîşiyê ji dewleta Tirk re dikin û roleke serekî di şehîdkirina hemwelatiyên sivîl de dibînin. Ev yek jî nîşanî me dide ku desthilatdarên Herêma Kurdistanê yên niha ji bo ku desthilatdariya wan a malbatî bimîne, her tiştî dikin û xwe difiroşin.”
Di beşeka din a axaftina xwe de, Aras Îbrahîm behsa cudakariya di navbera zarokên berpirsan û zarokên hemwelatiyan kir ku li Herêma Kurdistanê heye û diyar kir ku vê yekê jî wisa kiriye ku beşeke hemwelatiyan û ciwanan fikra terikandina welatê xwe bikin. Aras Îbrahîm her wiha tunebûna opozîsyona rasteqîne li Herêma Kurdistanê wek yek ji sedemên berdewamiya xerabiya rewşa hemwelatiyan bi nav kir û got, “Ez wek rojnamegerekî ji we dipirsim, gelo zarokên me kîjanî bêyî paşguhkirin fêrî zanist û zanyariyan dibe? Zarokekî biçûk ku daxwaza xwe ew e ku rojekê zûtir biçe dibistanê û fêrî xwendin û nivîsînê bibe, wisa lê dike ku di gava yekem de li hember xwe, li hember siberoja xwe, li hember axa xwe, li hember welatê xwe û li hember her beşeke desthilata li Herêma Kurdistanê bê hêvî bibe. Piştre jî tê û gazincan dike û dibêje ku ayidiyeta vî kesî tune ye. Berhema vê desthilatdariyê ye ku wisa kiriye ku hezkirin û ayidiyeta xwe ji bo welatê xwe nemîne. Desthilatdarî bi xwe bûye sedem ku beşeke zêde ya hemwelatiyan axa xwe bihêlin û koç bikin. Niha dixwazin bi van gavan careke din xelkê bixapînin da ku biçe ser sindoqên hilbijartinê. Beşeke zêde ya hemwelatiyên Herêma Kurdistanê baş bi partiyên desthilatdar dizanin, lê belê li hember vê yekê opozîsyoneke popolîst heye ku dixwaze cihê opozîsyona rasteqîne bigire. Lê belê heta niha tu opozîsyonek li Herêma Kurdistanê tune bûye, ya ku heye dawiya dawî hatiye dîtin ku radestî desthilatdariyê bûye. Di nav wan de li ser desthilatê şer heye. Opozîsyona rasteqîne li Herêma Kurdistanê tune ye, ya ku heye opozîsyoneke popolîst e. Kesên bazirgan nikarin bibin kesên siyasî yên serkeftî, nikarin xizmeta gelê xwe bikin. Ew kesên ku bazirganiyê dikin, armanca wan tenê komkirina pereyan e, mîna desthilatê yek siyaseta wan heye. Li Herêma Kurdistanê tu cudahiyek di navbera desthilat û opozîsyonê de nayê dîtin. Her du mijûlî bazirganiyê ne, ne tenê bi xwe vî karî dikin, her wiha neviyên wan jî mijûlî bazirganiyê ne.”
Her wiha Aras Îbrahîm wiha got, “Eger em cudahiyekê di navbera hemwelatiyên Herêma Kurdistanê û zarokên berpirsan de bikin, em dikarin bi awayekî eşkere vê yekê bibînin. Nimûneyeke eşkere ew e ku zarokên berpirsan li Herêma Kurdistanê xwedîyê zanîngehan in û li zanîngehên pir baş ku salane mîlyon dolar lêçûna wan heye, dixwînin. Lê belê mamosteyek ku du zarokên hejar fêrî xwendinê dike, mûçeya wî nayê dayîn. Tunebûna opozîsyoneke rasteqîne li Herêma Kurdistanê wisa kiriye ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kêfa xwe dest bixe ser qirika hemwelatiyan û çi dixwaze bike.”
Aras Îbrahîm kabîneya nehem a bi serokatiya Mesrûr Barzanî wek têkçûyîtirîn kabîne bi nav dike û dbiêje, “Tekane tiştê ku her neh kabîneyên hikûmetên Herêma Kurdistanê tê de serkeftî bûn, serkutkirina hemwelatiyan e.”
Rojnamger Aras Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de daxwaz ji hemwelatiyan kir ku yekîtî û yekrêziya xwe biparêzin û li hember desthilatê çoka xwe daneynin û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Desthilatdariya Herêma Kurdistanê bi karên xwe ne tenê hemwelatî bêzar kirine, her wiha welatên li derdorê, hevpeyman û dewletên kapîtalîst jî bêzar kirine. Ji ber ku ew erka ku pê hatiye spartin, nekariye bi awayekî baş bi cih bîne. Encama wê jî ew e ku niha tê dîtin.”