Hikûmeta AKP'ê dest danî ser vîna ji sedî 91 a gelê Elbakê
Şaredariya Elbakê ya DBP'yî, ji aliyê Qesra Erdogan ve bi darbeyê, bi rêya qeyûm hat desteserkirin. Bi vî rengî vîna ji sedî 91 a şêniyên navçeyê ji nedîtî ve hatin.
Şaredariya Elbakê ya DBP'yî, ji aliyê Qesra Erdogan ve bi darbeyê, bi rêya qeyûm hat desteserkirin. Bi vî rengî vîna ji sedî 91 a şêniyên navçeyê ji nedîtî ve hatin.
Şaredariya Elbakê ku bi taybetî bi xebatên xwe yên ji bo jinan bal dikişand, ji bo şêniyên navçeyê xizmetên mezin kir. Lê belê bi hatina qeyûm re ev xebat hemû hatin sekinandin.
Qesra Erdogan, Şaredariyên DBP'yî yên nekarîbû di hilbijartinê de bi dest bixe, bi rêya qeyûm desteser dike. Herî dawî di 22'ê Çileyê de li şûna Hevşaredar Ayla Aynûr Tarhan û Îhsan Guler qeymeqamê Tirk ê li navçeyê Abdulselam Ozturk weke qeyûm hat bicihkirin.
Di hilbijartinên herêmî yên sala 2014'an de, li navçeya Elbak a Wanê DBP'ê ji sedî 91 ê dengan stand. AKP jî tenê ji sedî 7 girt. AKP'ê, piştî ku bi hilbijartinê nekarî bi dest bixe, vê carê b, rêya qeyûm desteser kir.
Li vê navçeya ku eşîrtî û rewşa feodal serdest e, Şaredariya DBP'ê li nava meclîsa şaredariyê kota ji sedî 40 a jinan xist meriyetê. Şaredariya DBP'yî her wiha bi xebatên xwe yên ji bo jinan bal dikişand. Lê belê piştî ku qeyûm hat tayînkirin, ev hemû xebatên şaredariyê û proje hatin sekinandin. Hin ji xebatên Şaredariya DBP'yî heta niha kiriye, bi vî rengî ye:
KARGEHA JINAN HAT VEKIRIN
Di bihara sala 2016'an de Kargeha Jinan a Şaredariyê dest bi kar kir. Li vê kargehê, mêvangeh û sitargeh ji bo jinan hatin avakirin, ku jinên ji cihê dûr tên karibin lê bêhnê vedin. Li qatê duyemîn jî ji bo qezenca aboriyê ya jinan bazar hat danîn. Jinan li vê derê berhemên bi destê xwe dafirandin, firotin. Her wiha qadên ji bo spor û aktîvîteyên jinan hatin çêkirin.
Li Kooperatîfa Keda Jinê, ji dirûtinê, heta kûaforî û hunerên destan, di gelek pîşeyan de ji jinan re perwerde ji jinan re tê dayîn. Jinên bi xwendin û nivîsandinê nizanin, li vir tevlî dersên xwendin û nivîsandinê dibin û zarokên xwe jî berî destpêkirina dibistanê tevlî perwerdeyê dikin. Her wiha ji bo çandiniya fêkî û zebze jî perwerde ji jinan re tê dayîn.
PARKA JIYANÊ YA JINAN
Parka Jiyanê ya Jinan, di roja Piştgirî û Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Şîdeta li Jinê hat vekirin.
Bi navê 'Darek, nefesek, civakek' projeya çandina şitlan ket meriyetê. Lİ taxa Hafiziyeyê di vê çarçoveyê de 20 şitil hatin çandin.
PIRSGIRÊKA AVÊ YA GEL HAT ÇARESERKIRIN
Ji bo ji çavkaniyên herêmê, pirsgirêk a avê ya navçeyê bê çareserkirin, ji sala 2009'an û vir ve xebat aht meşandin û ev pirsgirêk hat çareserkirin. Ji kaniya li deşta Nedîrokê ya Çiyayê Îspîrîz ê ib 9 kîlometreyan dûrî navenda navçeyê ye, bi rêya lûleyan av gihand navçeyê. Ev karê ku maliyeta wê 1 mîlyon TL bû, bi saya xebata kolektîf a gel, DBP û şaredariyê, tenê bi 200 hezar TL'yî hat kirin.
NAVENDA PIŞTGIRIYA PERWERDEYÊ Û PROJEYA KREŞÊ QEDIYAN
Projeya şaredariyê ya avakirina navenda piştgiriya perwerdeyê û kreşê di nava sala 2016'an de hat qedandin. Ev avahî ji 5 qatan pêk tê. 3 qatên wê ji bo piştgiriya perwerdeyê, qatek jî ji bo kreşê hatiye veqetandin.
Li qada çandiniyê jî şaredariyê mohra xwe danî binê gelek xebatênt teşwîqkirinê.
Her wiha rêyên 28 tax û gundan seerast kir.
HEWL DA BIRÎNÊN GELÊ GEVERÊ BIPÊÇE
Di dema qedexeya derketina derve ya 18'ê Adarê de ku li navçeya Gever a Colemêrgê hat ragihandin û 79 rojan dewam kir, bi hezaran malbat neçar man navçeyê biterikînin û li derdorê belav bibin. 600 ji van malbatan hatin navçeya Elbakê. Şaredariyê di çarçoveya kampanya bi navê 'Em piştgiriya Geverê bikin' bersiv da pêdiviyên xwarin, vexwarin û stargehê yên 600 malbatên Geverê.