Hêzên Rizgariya Efrînê: 2 jê leşker 4 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî artêş û çeteyên Tirk ên dagirker du çalakî pêk anîn. Hate ragihandin, di encamê de 2 jê leşker herî kêm 4 dagirker hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, li Efrînê û derdora wê çalakiyên wan ên li dijî hêzên dagirker dewam dikin.

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir, derbên giran li dagirkeran hatine xistin û li ser 2 çalakiyên 18 û 23'ê Kanûnê ev agahî dan:

"Şervanên me 23'ê Kanûnê baregeheke çeteyên Feyleq El-Şam ya navbera gundên Xezêwiyê û Bi'iyê yên Efrînê kirin hedef û çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û hejmareke zêde ya çeteyan birîndar bûn. Her wiha wesayîteke çeteyan jî hate rûxandin. Navên hin çeteyên ku hatin kuştin û birîndarkirin wiha ye: Cemal El Xalid ji Helebê, Mustafa El Ebdulah û Elî Ebo Ezab.

Me di daxuyaniya xwe ya 21'ê Kanûnê de diyar kiribû ku 18'ê Kanûnê şervanên me di navbera gundê Gobelê û navenda navçeya Şera de li dijî baregeheke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin û 6 leşker jî birîndar bûbûn. Li gorî agahiyan, leşkerekî birîndar jî miriye."