Hêzên rejîma Îranê gule li Kurdekê reşandin

Hêzên rejîma Îranê, li Banê wesayîta Kurdê bi navê Nîjad Mihemedî dan ber guleyan. Mihemedî yê ku di êrîşê de 4 gule lêket, giran birîndar bû.

Hêzên rejîma Îranê, li bajarê Banê yê Eyaleta Sîne ya Rojhilatê Kurdistanê gule li ser wesayîtekê reşandin, ajokar bi giranî birîndar bû.

Li gorî agahiyên hatin girtin, hêzên bi çek ên Îranê îro saetên sibehê li nêzî gundê Kêle yê Banê gule li ser wesayîta Kurdekê reşandin. Di encama êrîşa rejîmê de ajokarê wesayîtê yê bi navê Nîjad Mihemedî (29) giran birîndar bû.

Mihemedî yê ku 4 gule lêket, ji aliyê welatiyên derdor ve hate rakirina nexweşxaneyeke ya Banê. Mihemedî yê ku rewşa wî giran bû, di saetên nîvroyê de sewqî nexweşxaneyeke ya Sîneyê hate kirin.