Hêzên rejîma Îranê 2 kolber birîndar kirin

Li ser sînorê herêmên Nosûd û Hewraman ên Rojhilatê Kurdistanê, di encama êrişa hêzên rejîma Îranê de 2 kolber birîndar bûn.

Roja Înê kolberê bi navê Omîd Salihî yê 26 salî ku ji gundê Nigil ê bajarê Merîwanê ye, tevî çend kolberên din li ser sînorê Nosûdê bû armanca guleyê hêzên rejîma Îranê. Di encamê de birîndar bû hevrêyên wî ew rakirin nexweşxaneyê.

Roja Duşemê jî kolberê bi navê Irfan Ezîzyanî ku ji bajarokê Selas Bavecanî yê girêdayî eyaleta Kirmaşanê ye, li ser sînorê Hewraman ji ber gulebarana hêzên rejîma Îranê birîndar bû.