Hêzên gerîla li Colemêrg û Şirnexê çalakî pêk anîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku hêzên gerîla li Colemêrg û Şirnexê li leşkerên Tirk xistine. Artêşa Tirk jî bombe li qadên gerîla û hin herêmên Çelê barand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

LI ŞEMZÎNANÊ LI DIJÎ ÇEPERÊN LEŞKERÎ ÇALAKÎ HATE LIDARXISTIN

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 29'ê Tîrmehê saet 15'an li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dijî girê ewlekariyê yê li ber qereqola Şikerê Spî çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeperên dijmin ên li ser gir hatin xistin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

ÇALAKIYA LI DIJÎ TABÛRA GUNDIKÊ MELÊ

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de hêzên me roja 28'ê Tîrmehê saet 17:50'î li dijî tabûra Gundikê Melê ya li Şirnexê çalakiyek pêk anîn. Hejmara leşkerên dijmin ên di vê çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê saet 21'ê bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov li herêmê dest bi operasyonê kir. Artêşa dagirker bi balafirên şer, obus û topên hawanê bombe li herêmê barand. Operasyon hîn jî dewam dike.

BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI METÎNA Û ZAPÊ BARANDIN

29'ê Tîrmehê saet 18'an, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li girê Golka yê herêma Metîna, girê Cehennemê û qada Şehîd Rustem a herêma Zapê barandin.

LI ÇELÊ JI BER BOMBERDÛMANÊ AGIR BI DARISTANÊ KET

Heman rojê saet 14'an, qereqolên dijmin ên li navçeya Çelê ya Colemêrgê li ser sînor, bi obus û hawanan qadên Şehîd Rustem û Cîlo yê Biçûk bombe kirin. Ji ber bomberdûmanê agir bi daristanê ket."