BI DÎMEN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo aramî û ewlehiya Dêrazorê kar dike

Dêrazor ku ji DAÎŞ'ê heta bi çeteyên dewleta Tirk, ji rejîma Baasê heta bi çeteyên Îranê di hedefa gelek koman de ye, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve tê ewlekirin.

ROJAVA

Endamê Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariy Hundirîn a Dêazorê Loeyî El Setem got, "Weke zarokên Dêazorê em ê herêma xwe ji êrîşan hemûyan biparêzin."

Endamê Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêazorê Loeyî El Stem ji ANF'ê re qala rewşa ewlekariyê û karên xwe yên li Dêrazorê kir. Loehî El Setem anî ziman ku piştî Dêrazor hate rizgarkirin bi damezrandina Meclîsa Gel û Meclîsa Leşkerî re pêvajoya avakirinê destpê kir û got, "Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî di vê demê de bi roleke girîng rabûn. Ji bo jiyaneke aram, ewle 24 saetan em tevlî kar bûn. Bêguman di vê pêvajoyê de me zor û zehmetî jî dît. Piştî ku metirsiya DAÎŞ'ê bi rengekî cografîk bi dawî bû hin astengiyan jî rû dan. Ya sereke jî şaneyên veşartî yên li herêmê bûn. Şaneyên ku timî hewl didan êrîş bikin li herêmê belav bûbûn. Ji bo têkbirina aramiya li Dêrazorê hatibûn wezîfedarkirin. Li hemberî karên qirêj ên van şaneyan em hişyar û di nava liv û tevgerê de bûn. Gel û eşîrên herêmê ji bo avakirina aramiyê piştgirî didan me."

ÊRÎŞÊN PIRALÎ HENE

Loeyî El Setem diyar kir ku ne tenê DAÎŞ her wiha hikumeta Şamê û çeteyên Dîfaa El Wetenî yên ser bi Îranê jî li Dêrazorê ji bo têkbirina aramî û ewlehiyê ketine nava liv û tevgerê û got, "Ji aliyê din ê çem, ev kom êrîş dikin. Bi van êrîşan re şaneyên veşartî yên li herêmê derfet didîtin ku bi hêsanî tevbigerin û xwe bi rêxistin bikin. Ji ber êrîşên ji aliyê din ê Firatê, ji herêma di bin kontrola rêveberiya Şamê de ye, zerareke mezin li gel bû. Gelek kesan ji ber van êrîşan jiyana xwe ji dest dan."

ZERAREKE MEZIN LI GEL BÛ

Loeyî El Setemm bi bîr xist ku li hemberî komên terorê yên êrîşî herêmê dikin ew timî hişyar in, operasyonan dikin, heta niha gelek şaneyên veşartî têk birine û got, "Nêzî saleke me dest bi operasyona xurtkirina ewlehî û aramiya li Dêrazorê kirine. Ev operasyona ku bi pêşengiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve tê meşandin, ji QSD'ê û saziyên li herêmê hemûyan piştgiriyê werdigire. Dema dawî li hemberî nuqteyên kontrolê yên QSD û Asayîşê êrîş hatin kirin. Di van êrîşan de zerareke mezin li gel bû. Piraniya van êrîşan jî ji herêmên di bin kontrola rêveberiya Şamê de hatin kirin ku li aliyê din ê Firatê ye. Dem bi dem êrîşên bi vî rengî dikin. Armanca wan tirsandina gelê li herêmê û xerakirina aramiyê ye. Em ê rê nedin vê yekê."

PERWERDEYÊN TAYBET TÊNE DAYIN

Loeyî El Setem têkildarî rêxistiniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Dêrazorê jî got "Misogerkirina aramiya herêmê wezîfeya me ya sereke ye. Hem li dijî şaneyên veşartî, hem jî li hemberî bazirganên narkotîkê û sûcên organîzeyî karên me bênavber dewam dikin. Li herêmê kesên tevlî Hêzên Ewlekariay Hundirîn dibin bi rengekî taybet têne hilbijartin û tevlî perwerdeyên akademiya taybet têne kirin. Li van akademiyan perwedeya îdeolojîk û leşkerî tê dayin. Ji bo herêmê ji perwerdeya herî baş heta bi xizmeta herî baş her tişt tê kirin. Em vê yekê weke berpirsyariya xwe ya ji bo gelê xwe dibînin. Weke zarokên Dêrazorê em ê herêma xwe ji hemû êrîşan biparêzin. Yekane hêza ku ji bo civakê dixebite Rêveberiya Xweser û saziyên wê ne. Em bang li her kesî dikin ku li dora Rêveberiya Xweser bicivin û Dêrazorê aram û ewle bikin."