BI DÎMEN

Li Awûstûryayê berhemên Rêberê Gelê Kurd hatin xwendin

Li bajarên Viyana, Graz û Lînzê yên Awûstûryayê berhemên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin.

ÇALAKIYÊN XWENDINÊ

Tevgera Jinên Kurd a Awûstûryayê bi dirûşma 'Na ji sîstema qirkirin, tecrîd û êşkenceyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, azadî ji Rêber Apo, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' li bajarên Viyana, Graz û Lînzê li Navendên Civaka Kurd a Demokratîk bi mijraa 'Rêbertî' çalakiyên xwendinê lidar xist.

Li bajarê Lînzê beşên ji berhema 'Siyaseta Serdema Şaristaniya Demokratîk-Siyaseta Demokratîk', li Viyanayê not û nameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' hatin xwendin.

Li bajarê Grazê jî nivîsên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser afirandina qadên azadiyê, sîstema xweparastinê ya jinê nivîs hatin nivîsandin.

Çalakiyên li herêmên cuda bi qasî du saetan dewam kir û gel eleqeyeke mezin nîşan da.