Mike Arnott: Divê Abdullah Ocalan teqez azad bibe

Kongreya Yekîtiya Sendîkayên Skoçyayê wê ji bo qonaxa duyemîn a Pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' daxuyaniyekê bide. Serokê berê yê STUC'ê û Sekreterê Giştî yê Konfederasiyona Sendîkayên Dundee'yê Mike Arnott got, "Divê Ocalan azad bibe."

PÊNGAVA JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN

Li gorî nûçeya rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê, Kongreya Yekîtiya Sendîkayên Skoçyayê (STUC) ku 550 hezar endamên xwe hene û 40 sendîka û 20 konseyên sendîka bi ser ve ye, amadekariyê dike ku bi wesîleya salvegera duyemîn a pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' daxuyaniyekê bide.

Di çarçoveya pêngavê de wê di navbera 1-10'ê Cotmehê de li kolanan, parlamentan, şaredariyan civînên çapemeniyê, çalakiyên çandî, konferans, panel, xwepêşandanên çandî, ekolojîk, çalakiyên siyasî û çalakiyên jinan bêne lidarxistin. Li Elmanya, Fransa, Belçîka, Awûstûrya, Swîsre, Spanya, Îtalya, Îngilistan, Skoçya, Swêd, Yewnanistan, Slovenya, Kolombiya, Qibrisê ji bo kampanyayê amadekarî dewam dikin.

DI NAVBERA 1-12'Ê COTMEHÊ DE WÊ GELEK ÇALAKÎ BÊNE LIDARXISTIN

Li Brîtanyayê ku kampanya dewam dike, di navbera 1-12'ê Cotmehê de wê çalakiyên berfireh bêne lidarxistin. Kongreya Yekîtiya Sendîkayên Skoçyayê (STUC) wê 2'ê Cotmehê li avahiya sendîkayê civîneke çapemeniyê lidar bixe. STUC wê di daxuyaniya çapameniyê de nameya ji bo Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Lammy bi raya giştî re parve bike ku tê de qala tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd tê kirin.

Her wiha wê saziyên ji hemû parçeyên Kurdistanê li hev kom bibin û têkildarî pêngavê helwesteke hevpar nîşan bidin. Li Liverpool, Bbristol, Brighton, Sheffield, Exeter, Edinburghê jî wê bi pêşengiya Meclîsên Gel ên Kurd çalakî bêne lidarxistin. Tevgera Ciwanên Şoreşger jî wê meş û tûreke bîsîkletan lidar bixe.

'ABDULLAH OCALAN LÎDEREKÎ WELÊ YE KU DIVE ÇAVKANIYA SÛDWERGIRTINÊ'

Mike Arnott bang li Tirkiyeyê kir ku ji bo çareseriyê bi tevgera azadiyê ya Kurd re dest bi danûstandinan bike û got, "Azadiya Abdullah Ocalan ji bo pêşketina gelê Kud a di danûstandinên bi Tirkiyeyê re pêwîstî ye. Ji bo pêşketin çêbibe, divê teqez azad bibe."

Arnott diyar kir ku ew paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan û nivîsên wî yên li ser azadiya jinê û mijara ekolojiyê weke çavkaniyên sûdwergirtinê dibîne û got, "Bi dîtina min fikrên wî ji meseleya Kurd wêdetir xwedî girîngiyeke mezin e. Ji bo herêmeke hîn berfireh, her wiha ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêkên navneteweyî xwedî potansiyelê ne."