Heyeteke ji Başûrê Kurdistanê serdana Guven kir

Heyete ku di nav de siyasetemdar û akademîsyen hene, serdana Leyal Guven a ku li dijî tecrîdê di roja 125’an a grevê de ye kirin.

Endamê Desteya Rêveber a Akadeiya Siyasî Dr. Hekîm Ebdulkerîm, Şoreş Xidir, endama Platforma Hewrem Hîlal Şewket, Endamê Desteya Rêveberiya Partiya Kedkaran Bextiyar Mûstefa ji Başûrê Kurdistanê serdana Leyla Guven kirin.

Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Ronak Mecîd  a di heyetê de cih digirt, li Deriyê Sînor ê Xabûr ji ber destûr nehate dayîna ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe.

Hevberdevka Komîteya Têkiliyên Karê Derve yê Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) Feleknas Uca li gel heyetê cih girt.

Heyet a ku ji keça Guven Sabîha Temîzkan agahî girtin, peyama Nasir Yagiz ê li Hewlêrê bi heman armancê 112 roj in di grevê de ye, pêşkêş kirin.

Heyeta ku silav da Leyla Guven, Şal û pûşiyek ku li ser ‘Jinên Hewremanî’ hatiye nivîsandin,  diyarî Guven kirin.

Guven spasiyên xwe pêşkêşî heyetê kir û got: “Şoreş bê berdêl nabe. Divê ev çalakî bibe wesîleya Yekîtiya Netewî ya Kurd. Xwedî li hevrê Nasir derbikevin.”

Ji ber rewşa tenduristiyê Leyla Guven nikarîbû axaftinên xwe bidomîne.

Heyet piştre serdana greva Parlementera HDP’ê Dersim Dag a 3’yê Adarê dabû destpêkirin û piştre jî Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç 8’ê Adarê lê zêde bûn kir. Ev çalakî li avahiya HDP’ê ya Amedê dom dike.

Heyetê ji parlemeneterên HDP’ê li ser asta tecrîd û grevên birçîbûnê agahî girtin. Heyet piştî seranan ji bajar veqetiyan.