Heyeta serdana gundê Xerabê Bava û Talatê kirin: Şûnde gav nayê avêtin
Heyeta ku serdana gundê Xerabê Bavê û Talatê kirin diyarkirin ku dewletê li van gundan fermana 3. kirine û wiha hat gotin: "Em carek din diyar dikin ku em gav paşve na avêjin."
Heyeta ku serdana gundê Xerabê Bavê û Talatê kirin diyarkirin ku dewletê li van gundan fermana 3. kirine û wiha hat gotin: "Em carek din diyar dikin ku em gav paşve na avêjin."
Heyeta ku ji DTK,TJA, DBP û HDP'ê pêk tê serdana gundên Xerabê Bava û Talatê yên navçeya Mêrdîn Nisêbînê kirin. Heyeta ku ji Hevseroka DTK'ê Leyla Guven, Serokwekîl Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, Wekîlên HDP'ê Mahmût Togrûl, Altan Tan pêk tê li gund, bi gel re civiyan û pirsgirêkên gel guhdarkirin. Heyet li cihê rûxandina 6 malên gundê Talatê hat gel hev û li ser navê Heyetê Ahmet Yildirim daxuyanî da.
Yildirim diyarkir ku li gundê Xerabê Bava ji aliyê dewletê ve cara 3’emîn fermane tê kirin, politîkayên zilmê yên beriya niha salek û nivê li Sûr,Cizîr, Nisêbin û Silopiyayê hatin kirin, îro dîsa li gundan destpê kiriye. Yildirim diyarkir ku bi navê politîkayên 'ewlehiyê' heta niha dewletê ti encam bidest nexistiye û wiha got: "Dibe ku wezîrê çend mehan be, lê li vê xakê şer ji sala 1984'an ve heye û heta niha li vî welatî 6 Serokkomar, 11 Serokwezîr, 11 Fermandariya Giştî û 9 Wezîrên Karê Derve ev kiriye tecrûbe. Me her digot û em dîsa dibêjin, ên beriya te jî hatin wek te hatin lê niha kes navê wan naîne ser ziman."
"BI ZILMÊ ENCAM NAGRIN"
Wekîlê HDP'ê Ahmet Yildirim wiha anî ziman: "Eger kesên ku bixwazin navê xwe li rûpelên dîrokê binivîse, ew bi diyalog û mûzakerayan, pirsgirêkên civakê, tecrûbêyên cîhanî li vê herêmê û vê coxrafyayê dikare nêzîk bibe. Wezîrê Karê Derve yê ku êşkenceya li welatiyê gundê Xerabê Bava, Abdî Aykût diparêze wiha derbasî dîroke bûye. 20 sal jî derbas bibin, 30 sal jî derbas bibin wê ev Wezîrê Karê Derve bi xwedîderketina êşkenceyê were binavkirin. Bi xwe qebûlkiriye ku li dijî mirovahiyê sûc kiriye. Van gundan fermana 3. li ser hatiye. Hûn tenê dixwazin hêrsê zêdetir bikin. Em ti caran paşve gav na avêjin."