Heyeta KNK’ê çû serdana Tevgera Nifşê Nû
Heyeta KNK’ê ya ku amadekariyên komxebata yekîtiya netewî dikin, çûn serdana Tevgera Nifşê Nû. Di serdanê de ji bo proje û pêşniyar bigihêjin serketinê peyamên xebatê hatin dayîn.
Heyeta KNK’ê ya ku amadekariyên komxebata yekîtiya netewî dikin, çûn serdana Tevgera Nifşê Nû. Di serdanê de ji bo proje û pêşniyar bigihêjin serketinê peyamên xebatê hatin dayîn.
Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) a ku amadekariyê şêwira yekîtiya netewî ya 27*28’ê Çileyê lidar bixin dike, piştî YNK’ê çû serdana Tevgera Nifşê Nû.
Heyeta KNK’ê ya ku ji Alîkarê Hevserokê KNK’ê Farûq Cemîl, endamên KNK’ê Şukrillah Emîn, Mele Hesen, Mujde Ebas û Ferhat Dostkî pêk dihat, ji aliyê Serokê Tevgera Nifşê Nû Şaswar Ebdulwehîd ve hate pêşwazîkirin û derbasî hevdîtinan bûn.
Piştî civînê, Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwehîd ji ajansa Rojnews re axivî û wiha got: “Şanda KNK’ê bi armanca amadekariyên ji bo lidar xistina şêwra netewî ya Başûrê Kurdistanê serdana me kir. Em pêşwaziya karê wan dikin. Ji bo serketina proje û pêşniyaran em ê bixebitin.”