Heyeta hevpar piştî vegera Bexda û şûnde daxuyaniyek da

Heyeta hevpar a ji Tevgera Goran, Komela Îslamî û Koalîsyona Ji bo Edalet û Demokrasiyê pêk dihat, piştî hevdîtinên li Bexda û şûnde daxuyaniyek nivîskî dan û gotin: “Aliyên siyasî û rêveberan diyar kirin ku daxwazên hevpar ên heyetê piştgirî dikin."

Heyeta hevpar a ji Tevgera Goran, Komela Îslamî û Koalîsyona Ji bo Edalet û Demokrasiyê pêk dihat, piştî hevdîtinên li Bexda û şûnde di saetên şevê de daxuyaniyek nivîskî dan.

 Di daxuyaniya şanda hevbeş de wiha hate gotin;

“Îro heyeta hevpar a Tevgera Goran, Komeleya Îslamiya Kurdistan û Ji bo Edalet û Demokrasiyê Koalîsyon hevdîtinên xwe yên li gel hersê serokatiyên Iraq, hêz û aliyên siyasî bidawî kir.

Di hemû hevdîtinan de me bal kişandiye ser zerûriya dayîna mûçeyê karmend, cotyarên herêmê, maf û mûçeyê pêşmergeyan, di dawîkirina rewşa dijwar a Xurmatû û herêmên binakok. Her wiha pêkanîna hilbijartinên pak û bê destwerdan li herêm û Iraqê li gor parastina çarçoveya destûra Herêma Kurdistanê mafên destûrî mijarek din a hevdîtinan bûn.

Serokê Desteya Wezîrên Iraqê soza dayîna mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê û cotyaran da. Her wiha soz da ku vê gavê demek herî zû pêk bîne, piştî ku lêkolîna lîsteya mûçexweran bidawî bû. Rayedarên Iraqê, serokên hêz û aliyên siyasî piştgiriya xwe ya ji bo daxwazên heyeta hevpar anîn ziman.

Her wiha li ser çareserkirina aloziyên li ser herêmên bi nakok jî guftûgo hate kirin. Her wiha Serokkomar, cigirê wî, Serokê Parlamentoya Iraqê û serokên aliyên siyasî soza alîkarî û şopandina bicihkirina van sozan û nexşerêyê dan. Dewamkirina guftûgoyê di navbera Herêma Kurdistan û Bexda de jî hate girtina dest.

 Serdana vê heyetê piştî me hewldanek pir mezin ji bo avakirina hikûmeta demî da ji bo guftûgoya li ser hikûmeta Federal, çareserkirina rewşa welatiyên herêmê û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexda, pêk nehatin, tê. Belê desthilatê Herêma Kurdistanê li ser şêwazê karê xwe yê pêştir her bi israrbûn.”

Hêjay bîranînê ye ku di 3’ê Kanûnê de heyeta hevpar a Koalîsyona Ji bo Demokrasî û Edaletê, Tevgera Goran û Komeleya îslamî serdana Bexda kirin. Heyetê li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm, Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Ciborî û serokên aliyên siyasî yên Iraqê civiyane. Heyet îro vegeriya Başûrê Kurdistanê.