Heyeta HDP'ê li Licê ye

Heyeta HDP'ê ji bo lêkolînan bike li Licê ye. Li Licê gule li gund hatibû reşandin û zeviyên çandiniyê hatibûn şewitandin.

Artêşa Tirk li bejahiya gundên Banaderan, Merdinya, Koçeran, Denglava û Tûtê yên navçeya Licê ya Amedê dest bi operasyonê kirin, gule li gundan reşandin û agir berdan zeviyên çandiniyê.

HDP'ê ji bo lêkolînkirina mijarê heyetek şand herêmê.

HEYETÊ LI NAVÇEYÊ DEST BI HEVDÎTINAN KIR

Heyeta ku Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn û Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan jî di nav de ne, serê sibehê gihîşt Licê.

Heyetê li navçeyê dest bi hevdîtinan kir û wê berê xwe bide gundê Tûtê. Li gundê Tûtê Mehmet Kapan û kurê wî Mehmet Alî Kapan dema hewl dan şewata li zeviyan vemirînin hatin destgîrkirin.