Hewldana çeteyan a êrîşa li ser Mexmûrê hate têkbirin

Di saetên danê êvarî de komek çeteyên DAÎŞ’ê xwestin bi dizî bikevin Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) li ser ferqkirina Hêzên Parastina Cewherî ev hewldana çeteyan vala derket û çete reviyan.

Komeke çeteyên DAÎŞ’ê di saetên êvarî de hewl dan ku bikevin wargeha Mexmûr û êrîşekê pêk bînin. Li ser ferqkirina wan a ji aliyê Hêzên Parastina Cewherî ve çete ji herêmê reviyan.

Li gorî agahiyên ji Hêzên Parastina Cewherî hatin girtin, komeke çeteyên DAÎŞ’ê yên ku dixwestin bi dizî ji başûrê wargehê ve bikevin nava kampê, li ser ferqkirina hêzên wan çete neçar man ji herêmê birevin.

Heman çavkaniyê piştrast kir, bê ku şer rû bide çete neçar man ku ji qadê birevin. Li gorî agahiyên hatin girtin rewşa li wargehê aram e.

Tevahiya rojê li ser asîmanê wargehê liv û tevgera helîkopter û balafirên şer heye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 26’ê Tebaxa 2016’an çeteyên DAÎŞ’ê bi dizî xwestin bikevin hundirê Wargeha Mexmûr û di vê êrîşa xwekujî de gerîlaya YJA Starê Denîz Binevş û welatiyê sivîl ê bi navê Mehmet Arif şehîd bûbûn.