Hevserokên Meclîsa Xweser a Şengalê hatin hilbijartin

Piştî duh 2. Kongra Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hate darxistin, îro bi civînekê hevserok û cigirên meclîsê hatin eşkere kirin.

Gelê Êzidî duh li Serdeştê ya Çiyayê Şengalê 2.Kongra Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi tevlîbûna tevahî nûnerên Êzidiyên cîhanê, bi 400 delegeyan kongre bi awayekî serkefti bi dawî bû.

Piştî 101 kes wekî endamên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hatin hilbijartin. Îro li Çiyayê Şengalê civîn hate darxistin.

Kesên ji aliye kongrê ve weke endamên meclîsê hatin qebûl kirin di civînê de amadebûn. Endamên meclîsê ji bo awayekî fermî destîbi kar û xebatên xwe bikin sond xwarin.

Piştî ku sond xwarin bi dawî bû, dîwan hate hiljibartin. Her wiha ji ber ku navê Meclîsa Avaker a Şengalê hate gûhertin, bû Meclîsa Xweseriya Demoratîk a Şengalê. Dîsa destpêkê Meclîsa Avaker sistema wê serokatî bû. Divê kongrê yek ji biryarên herî giring ew bû ku sistema hevserokatî ango yek jin yek zilam wekî Hevserok werin hilbijartin.

Îro jî divê civînê de Riham Hiço û Hisên Hecî Nayîf weke hevserokên meclîsê hatin hiljbartin.Qehtan Xelîl û Kurdê Elî jî weke cigirên hevserokatiyê hatin hilbijartin. Hilbijartin bi awayekî veşartî ango dengê xwe di sidoqan de bi kar anîn.

Di dawiya civînê de hevserok û cigirên meclîsê hatin hilbijartin û endaman ew pîroz û silav kirin.