Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PAJK) Siyamed Mûînî li ser desthilata dîktator a Şahê Îranê, hatina Xamneyî, Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji ANF’ê re axivî.
‘MAFÊ TI PARTIYÊ NEBÛ KU KARÊ SIYASÎ BIKE’
Mûînî qala rewşa berî sala 1979’an kir û got: “Gelê Îranê bi giştî dixwest dawî li diktatoriya paşayetî bîne ku wê demê êş û janek mezin dida herêmê û navxweya Îranê ji bo azadîxwazan kiriye zindan. Li dema serdema şah de, hemû partiyên siyasî li Îran qedexe bû, mafê ti partiyekê nebû ku karê siyasî bike. Partiyek bi navê Rastaxîz ku li ser hikûmetê bû ava kir. Gotin ku eger kes vê şêwazê razî nebe, qebûl neke, bila biçe ciheke din. Di warê siyasî de rê bi ti ramaneke din a cuda neda. Her kesê xwedî bîreke siyasî ya çalak ba, yan jî çend nivîsek bixwîne jî, li gorî desthilatê ne hiqûqî bû, dihatin girtin; di bin êşkenceyê de hemû cûre heqaret lê dihate kirin. Ev rewş bi rengê dîktatorî birêve çû. Vê yekê jî rê li ber hemû beşên civakê vekir ku li dijî desthilata paşayetî dest bi serhildanê bikin. Li hemû kolanên Îranê gel daketin qadan û ruhê şoreşgerî li kolanan belav bûn. Bi vî rengî li hemû bajarên Îranê bi yekîtî li dijî dîktatoriya paşatiyê rabûn ser pê.”
‘XWENDEKAR Û CIWANAN PÊŞENGTÎ KIRIN’
Hevserokê PJAK’ê Siyamend Mûînî li ser pêşengên Şoreşê jî ev nirxandin kir: “Pêşeng ew kes bûn ku tevlî çalakî bûn û li dijî şah têkoşîn kirin ku ji rêxistin û tevgerên cuda bûn. Destpêkê xwendekarên ciwan bûn ku baweriya wan bi sosyalîzm û edaleta civakê hebû ku di nava partiyên çalakiyên wê serdemê ku bi veşartî xwe bi rêxstin dikirin. Van kesan zanko û zindan kiribûn qadên perwerdehiyê. Li dijî şahê Îranê dest bi propagandayekê kiribûn. Şah xelk tirsandibûn, lê ciwanan li zanko û berxwedana wan cesaret dabûn civakê. Ew tirsa şah a ketibû dilê civakê bi rêya van ciwanên berxwedêr bandora wê rabûbûn. Hêdî hêdî sala 1965-1969’an li dijî şah serî hildan.”
‘SIYASETA CÎHANÎ KIR KU BI HÊSANÎ XAMNEYÎ BIBIN AKTOR Û MÛXATABEKÎ SEREKE YÊ ŞOREŞA GELÊ ÎRANÊ’
Li ser desthilatdariya Xamineyî ya Îranê Hevserokê PJAK’ê Mûînî got: “Sîstema kapitalîst ji ber kareketerê xwe nehiştiye ku li herêmê azadî û demokrasî pêk bên. Piştî peymana Sykes Pîcot û Lozan ketin nava hewldanan ku herêmê bixin bin kontrol û çavdêriya xwe. Bila ji bîra me neçe dema hatina Xamineyî şerê sar ê bloka sosyalîst û biloka sermayedarî hebû. Di vê çarçoveyê de siyaset di navbera aktoran de dihate danîn. Ji ber dîktatoriya şahê Îran, nebûna demokrasî li Îranê zemîna aktîfbûna civakê ya ji bo mûdaxeleya siyasî lewaz bû, rola civaka sivîl jî ewqasî lewaz kiribû. Ew derfetê ku hatibû dayîn ku ser bi hikûmet bûn, bi şêwazê mîzanse dihate kirin, ne dikarîn bibin xwedî rol. Di wê serdemê de bi pîlana modernîteya kapitalîst û îslama siyasî meydan girt, tevgera sûnîtî li Îran û bi taybet li navenda Îranê bi hêz bû. Ji bo wê li ser siyaseta cîhanê bi hêsanî Xamineyî bibe aktor û muxatabekî serekî ya şoreşa gelê Îranê. Dest danî ser vê şoreşa demokratîk. Di encamê de me dît ku çi anî serê vî welatî.”
‘PARTIYÊN HEYÎ ÇAVKANIYA XWE JI SOVYET Û REEL SOSYALÎZMÊ GIRTIBÛN, TEVLÎ CIVAKÊ NEDIBÛN’
Hevserokê PJAK’ê Siyamend Mûînî li ser kêmanî û nebesiyên pêşeng û kesayetên şoreşê ev got: “Ji ber sedema desthilata dîktatoriya paşayetî ew serdemê civakên sivîl nekarî rola xwe ya nava şoreşê bigire. Ji ber ku yek partî siyasî hebû ku ew jî bi navê Rastaxîz civak neçar bû bibin endamên vê partiyê, partiyên din hatibûn qedexekirin, neçalak bûn. Pêşiya demokrasiyê hatibûn girtin. Ew partiyên siyasî ku dizî kar dikirin jî çavkaniya xwe ji sovyet û reel sosyalîzmê girtibûn, li gel realîteya civakê têkel nedibûn. Zêdetir bi rengê rûtîn, klasîkî li gel siyasetê tevlîhev bûn. Dîsa xwendineke rast û durist a ji siyaseta pîlan û projeyên desthilatên cîhanê nebû. Ev yek jî wisa kiribûn ku li gorî berjewendiyên aliyên din be. Civak bi rêxistinkirî nebûn, belav bûn.”
‘KURD KETIN BER REHMA XAMNEYÎ Û HATIN QIRKIRIN’
Li ser 44 salên borî û rewşa gelê Kurd Mûînî ev nirxandin kir: “Gelê Kurd piştî bi dehê salan li jêr desthilata hikûmeta faşîs a pehlewî de hemû hêvî û daxwazên wê ya gihiştina azadî ku bi sedan û hezaran ciwanên têkoşer kiribû qûrban. Bi hatina serdesthilatê re ya Komara Îslamî heman nêzîkatî li ser gelê Kurd dewam kir. Ev hikûmeta nû ya Îslamî dest bi dijminahiya gelê Kurd kir. Dest bi qirkirin û talankirina gelê Kurd kir. Li Îranê bê cudahî azadîxwaz û yên xwedî fikrên cuda ketin zindanan û li girtîgehên Îranê hatin êşkencedan. Yan teslîm girtin, an jî bi darve kirin. Bi hezaran mirovên têkoşer û azad can kirin qurban. Sîstema desthilatê ya Xamneyî dest bi tirs û xofeke mezin a ser gelê Îranê kir. Di encamê de zîndanek mezin ji bo gelên Îranê ava kir. Gelê Kurd kete ber rehma Xamneyî û fetwaya 28’ê Gelawêjê. Gelê Kurd hate qirkirin, bersiva hêviyên azadiyê bûn kuştin bû.”
‘DIVÊ ŞOREŞA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ BI HEMÛ RENGÊ XWE YÊ REDÎKAL DOM BIKE’
Li ser serhildan û têkoşîna gelê Kurd Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamed Mûînî ev anî ziman: “Gelê Kurd tim li qada siyasî û kolanan bûn li dijî dîktatoriyê rabûye. Gelê Kurd ji bo azadiyê têkoşîn kiriye. Di warê siyasî, civakî, çandî û jîngehê de kariye xwe rêxistin bike, kariye xwe pêş bixe û di Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de kariye pêşengtiyê bike li hemû Îranê. Rola Kurd û pêşengtiya gelê Kurd ji bo hemû gelên Îranê bû nimûne. Kurdistan heta astekê polîtîk bûye û nifşê nû jî heta astekê kariye xwe ji fikrê sîstemê rizgar bike, li ser daxwazên xwe pêş bikeve. Divê ev şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ destpê kir, bi rengê xwe yê herî redîkal dewam bike. Li ser bîrdoziya vê dirûşmê bidome ji bo şoreş bigihêje encamê. Divê ew aliyên ku şoreşê bihêz dike, rê nedin ku têk biçe. Rê nedin ku tevgera şoreşê ji rê derkeve. A girîng divê gelê Kurd bê cudahiya fikir û paradîgmaya yekrêzî û yekgirtinê tevbigere.”