Hevserokê KMMK'ê Ebdulahî: Pêwîstî bi helwesteke hevgirtî û yekdengî heye

Hevserokê KMMK'ê Cehangîr Ebdulahî: Eger em bixwazin pêşiya vê rejîmê bigrin û dawî li vê zext û êşkence bînin, divê bi hev re û bi hevdengî helwestê nîşan bidin.

Di vê dema dawî de rejîma Îranê li hemberî gelê Rojhilatê Kurdistanê û hemû gelên bindest ên li Îranê mîna gelê Belûçî siyasetên kuştin, girtin, darvekirin, tirsandin, hejarkirin, zext û serkutgeriyê zêde kiriye. Li hemberî vê rewşê erk û berpirsiyartiyên çawa dikeve ser milê saziyên civaka sivîl û yên mafê mirovan; me ev mijar ji Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) Cehangîr Ebdulahî pirsîn.

Rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê bi her şêwazî mafên mirovan binpê dike. Çima rejîma Îranê di vê dema dawî de girtin, kuştin û îdam zêde kiriye?

Bêguman em dikarin bêjin ku siyaseta girtin, êşkence û girtîgehê nasnameya Komara Îslamî ya Îranê ye û ev rejîme jî ji bo xwe li ser civakê ferz bike her tim ji wê sûd girtiye. Rewatiya Komara Îslamî ya Îranê roj bi roj kêm dibe û bêhtir ji gel re eşkere dibe ku ew nikarin ji bo paşerojeke geş û baş pişta xwe bispêrin vê rejîm û sîstemê. Her wiha nikarin bi guhertin û reformîzekirinê ve vê rejîmê biguherînin û daxwaz û hêviyên xwe bi rêya wê rejîmê pêk bînin.

Komara Îslamî ya Îranê ji bo domandina hebûna xwe û afirandina tirsê li nava civaka Rojhilatê Kurdistanê ji vê siysetê sûdê werdigre. Bi destgîrkirina beşek ji çalakên sivîl du siyasetan pêk tîne ku wiha ne:

1-Dozê li ser wan çalakvanan çêdike û piştî demekê ango çend mehan, bi danîna barimte û bi şertî wan serbest berdide. Di vê planê de ew çalakvanên sivîl êdî nikarin ti çalakiyekê lidar bixin û rejîm wan bê bandor dike.

2-Bi girtina hin kesan, rejîm çalakvanên ku mayînî û gel ditirsîne û bi vî rengî wana jî ji çalakiyan dûr dixe.

Lê belê her du mijar jî ji bo plana esas ya rejîmê tê bikaranîn; civakek tirsiyayî û perçebûyî ku êdî xebatek civakî di nav de neyê birêve birin û takekesên civakê bi temamî ji hev perçe bibin.

Siyaseta rejîmê her tim perçekirina gel bûye, bi şêwazekî ku di navbera takekesan de bawerî nemîne û ji hev belav bin. Bi vî şêwazî rejîm baştir dikare civakê kontrol bike û wana serkut bike.

Aqubeta kesên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin ne diyare û her rojê girtin didomin. Li hemberî vê siyaseta girtinê ya rejîma Îranê divê nêzîkatiyeke çawa bê raberkirin?

Bê guman ji bo pûçkirina armancên rejîmê, pêwîste saziyên civaka sivîl, gel û partiyên Kurdistanî helwesteke guncav nîşan bidin. Saziyên civaka sivîl bi taybetî navendên mafê mirovan mîna Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) divê bi qasê ku ji dest bê raya giştî ji wan binpêkirinên mafê mirovan haydar bike û rojane agahiyên nû li ser rewşa girtiyan bi dest bixînin û saziyên cîhanî agadar bikin. Pêwîste gel bi yekdengî daxwaza bidawîkirina siyaseta girtin, êşkence bike û bi plan û kampanyekî hevbeş daxwaza azadiya demildest ya hemû girtiyan bike.

Lê partiyên siyasî yên Kurdistanê ku di dema nebûna rejîm yan jî rêveberî ya li Rojhilatê Kurdistanê nûnerê yasayî û siyasî yê vê civakê ne, pêwîste hem di asta cîhanî û hem jî navxweyî xebat û çalakiyên xwe pêk bînin û rolê xwe bilîzin. Zexta siyasî û dîplomatîk li ser asta cîhanî li rejîmê bikin û dawî li destdirêjiyên rejîmê ya ji derve bê anîn. Di nava Kurdistanê de jî pêwîste ew rol û erkên ku jê re hatî spartin û nûnertiya wê dikin, bigihîjînin encamê. Divê ewqasî hêz û kêrhatiyê nîşan bidin ku rejîma Îranê nekaribe wiha hêsan gel destgîr bike û bêxe girtgehê. Pêwîste li hemberî van kiryarên dijî mirovî yên rejîma Îranê berdêlan li berçav bigir,n û bersiveke guncav bidîn.

Sazî û rêxistinên mafê mirovan ên navxweyî û yên ji derve roleke çawa dikarin bilîzin?

Bi taybetî rêxistinên mafê mirovan dikarin bi xebatên hevbeş, hevdengiyek mezin a cîhanê ji bo mijarê saz bikin, bi taybetî saziyên cîhanî wek Neteweyên Yekbûyî, navendên mafê mirovan ên cîhanî û hwd. Eger saziyên mafê mirovan û civaka sivîl bi hev re û bi platformekî taybet balê bikişînin li ser siyaseta girtin û êşkence ya rejîma Îranê, dikarin wê beşê di asteke pir baş de belav û berfireh bikin û bi sedan belge li ser binpêkirinên mafên mirov ên ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê çêbikin.

Pêwîste em vê yekê li ber çav bigirin ku ev siyaseta rejîma Îranê tenê taybet ji bo Kurdistanê nîne, belku li Belûçistan û Ehwaz jî heman siyasetê birêve dibin. Wek mînak di nava çend rojên bihorî de bi dehan kes li Belûçistan ji aliyê rejîma Îranê ve hatin qetilkirin û bi sedan kes jî ji ber gulebaranên rasterast ên hêzên Sipah ê Îranê birîndar bûne. Ev yek ji derveyî wan welatiyên Belûçî ye ku di dema kombûnan de hatine girtin. Komara Îslamî ya Îranê siyaseta hejarî, bêkarî û nexwandinê li ser wan jî ferz dike, çawa ku li ser Rojhilatê Kurdistanê pêk tîne, gelê Belûç jî ji hemû mafan bêpar hatiye hiştin, lewma ev gel neçarin ji bo debara jiyana xwe karê soteberî bikin. Rejîm dîsa jî dest ji wan bernade û wek kolberên li Rojhilatê Kurdistanê wana jî qetil dike.

Her wiha rêxistinên civaka sivîl çawa dikarin li ber wê siyasetê bisekînin?

Ev yek nîşanê me dide ku eger em bixwazin pêşiya vê rejîmê bigrin û dawî li vê zext û êşkence bînîn, divê bi hevre û bi hevdengî helwest nîşan bidîn.