Hevserokê DBP'ê Arslan ev 10 roj in di hucreyê de ye

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan ku ji aliyê rejîma AKP-MHP'ê ve hate girtin, ev 10 roj in di hucreyê de ye.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan ku bi hinceta daxuyaniyên li dijî êrîşên li ser Efrînê 7'ê Sibatê hate girtin, ev 10 roj in bi tena serê xwe di hucreyê de ye.

Endamên Komîsyona Hiqûqê ya DBP'ê Şivan Cemîl Ozen û Alî Çîmen li ser mijarê agahî dan Ajansa Mezopotamyayê û gotin, Arslan li Girtîgeh Girtî ya Tîpa D a Amedê ji destpêkê ve bi tena serê xwe di hucreyê de tê hiştin.

Ji parêzeran Ozen bi bîr xist ku Arslan ji ber daxuyaniyên xwe yên li ser Efrînê Arslan hatiye girtin û got, "Weke skandaleke hiqûqê, xebatên siyasî yên Arslan sûc hatine dîtin.

Ozen anî ziman ku Arslan xwestiye wî bibin cem girtiyên din, lê belê bi hinceta "wê sewqî girtîgeheke din were kirin" ev daxwaza wî hatiye redkirin.

Ozen got, bi îdîaya "ewlekariyê" ji wan re nehatiye gotin bê wê sewqî kîjan girtîgehê were kirin.