Hevseroka DBP'ê ya Bajarê Wanê hate binçavkirin
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya bajarê Wanê Sevînç Şeker li mala xwe hate binçavkirin.
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya bajarê Wanê Sevînç Şeker li mala xwe hate binçavkirin.
Polîsên Tirk avêtin ser mala Hevseroka DBP'ê ya Bajarê Wanê Sevînç Şeker a li taxa Yali ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê.
Di dema serdegirtinê de Şeker hate binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya li Wane. Li ser sedema binçavkirina Şeker agahî nehat bidestxistin.