Hevşaredarên Erdîşê jî hatin destgîrkirin
Li Wanê bi sedan polîsên Tirk avêtin ser Şaredariya Navçeya Erdîşê. Hevşaredarên Erdîşê Yildiz Çetîn û Bayram Çîçek hatin destgîkirin.
Li Wanê bi sedan polîsên Tirk avêtin ser Şaredariya Navçeya Erdîşê. Hevşaredarên Erdîşê Yildiz Çetîn û Bayram Çîçek hatin destgîkirin.
Li navçeya Erdîşê ya Wanê polîsên Tirk serê sibehê avahiya Şaredariya Erdîşê ya HDP'î dorpêç kirin. Polîsên Tirk li nava avahiya şaredariyê û ya HDP'ê lêgerînê dikin. Her wiha nahêlin ku kes bikevin nava avahiya şaredariyê. Hevşaredarên Erdîşê Yildiz Çetîn û Bayram Çîçek tevî du encumenên şaredariyê hatin destgîrkirin.
Tê gotin ku wê bi rêya qeyûm Şaredariya Erdîşê desteser bikin.