Hevşaredarê Karazê Affullah Kar hat girtin

Hevşaredarê Karazê Affullah Kar, ku di operasyonên qirkirina siyasî de hatibû binçavkirin, tevî Zekî Kiliç hat girtin.

Ji ber lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê, Hevşaredarê navçeya Karaz a Amedê Affullah Kar jî di nav de 4 kes roja 28'ê Çileyê hatibûn binçavkirin. Her çar kes duh danê êvarê anîn Edliyeya Amedê.

Piştî îfadeya li dozgeriyê, 4 kes bi daxwaza girtinê radestî Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Nobedar hatin kirin. Affullah Kar û Zekî Kiliç bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin û 2 kesên din bi şertê "kontrola edlî" hatin berdan.

Kar û Kiliç şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.