Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr girtin

Hevserokê Şaredariya Êlihê ya ji aliyê desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ve hate xespkirin, Mehmete Demîr ê di çarçoveya lêpirsîn KCD de hate destgîrkirin, ji aliyê dadgehê ve hate girtin.

Êlihê Mehmet Demîr ku ji peywirê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin, duh di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de hatibû destgîrkirin. Îro piştî ku îfadeya wî li Miduriyeta Polisan a Amedê hat girtin, sewqî Edliyeya Amedê hat kirin. Demîr, piştî ku li edliyeyê îfade da dozger, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Silhê ya Cezayê ya Nobedar hate kirin. Dadgeriyê bi îdîaya “endamtiya rêxisinê” biryara girtina Demîr da.

Demîr, piştî biryarê şandin Girtîgeha Tipa D a Amedê.