Hevrêyê şervanên leheng: Hejar Zagros

Hejar Zagros weke fermandarê herêma Koçgirî, sala 2012'an dema dixwest komekê derbasî herêma Derya Reş bike şer derket û gava hewl dida hevrêyekî xwe yê birîndar rizgar bike, şehîd bû.

Kî wî nas dike, yekser qala kesayetiya wî ya germ dike. Hejar Zagros li Colemêrgê ji dayik bû û li wir mezin bû. Piştî ku sala 2001'ê tevlî nava refên gerîla bû, li Qendîlê, Xinêrê têkoşiya. Ji bo berê xwe bide bakur, her tim hewl da û xwe bi pêş ve bir. Sala 2003'an berê xwe da Dersimê û nîşan da ku dikare pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an xurt bike.

Ji hevrêyên wî Akîf Hîlal anî ziman ku sala 2006'an ew bi wî re tevlî çalakiyekê bû û wiha qala Hejar Zagros kir: "Hevalê Hejar li pêş bû. Çeka wî di destê wî de bû û emniyeta çekê jî vekirî bû. Bi rengekî serketî em gihand nuqteyê. Hevalê Hejar çi çax bi me re bû, ji aliyê ewlekariyê ve dilê me rehet bû. Li ser herêmê serwer bû. Baş bi taktîk û rêbaza dijmin zanîbû. Guhertin di cih de dişopand û şîrove dikir. Bi kesayetiya xwe bawerî dida."

LI DEŞTA QÛBÎNÊ DIKEVE KEMÎNÊ

Mazlûm Sêrt jî li ser tevlîbûna Hejar Zagros li nava refên gerîla û dema piştî tevlîbûnê axivî: "Piştî dîlgirtina Rêbertî dema hewl dide tevlî nava refên gerîla bibe tê girtin. Piştî ku tê berdan, sala 2001'ê tevlî nava refên gerîla dibe. Dema ku me xwe ji bo komên bakur amade dikir, hatibû gotin ku hevalên sala 2001'ê tevlî bûne wê tevlî koman neyên kirin. Lê belê hevalê Hejar bi saya sekna xwe cihê xwe di nava komê de girt. Sala 2003'an bi rê ketin. Li deşta Qûbînê ketibûn kemînê. 7 heval li wir şehîd bûbû. Hevalê Hejar birîndar bû. Çend rojan ji hevalan qut bûbû.

Hat heta Mawayê û li cem hevalan ma. Tevî ku birîndar bû rêwîtiya xwe dewam kir û xwe gihand Dersimê. Hevalê Hejar dixwest hîn bi pêş ve biçe û xwe bigihîne aliyê Derya Reş, Koçgirî. Sala 2007'an çû Koçgirî. Wê wextê zêde heval tine bûn. Hevalan li wir çalakî dikirin û vedigeriyan Dersimê. Di perwerdeya zivistanê de em bi hev re bûn. Hevalekî welê bû ku teorî û pratîka wî yek bû. Sala 2009'an careke din çû Koçgirî lê êdî venegeriya. Heta sala 2012'an di rêveberiya herêma Koçgirî de bû."

DEMA KU HEWL DIDA HEVRÊYÊ XWE YÊ BIRÎNDAR RIZGAR BIKE, ŞEHÎD BÛ

Sînan Îmra jî li ser Hejar Zagros got, "Li herêma navbera navçeya Zara ya Sêwasê û navçeya Îlîç a Erzînganê cihekî bi navê Delîldag heye. Ji ber ku ev rêze çiya li ser rêya me bûn, em neçar bûn jê derbas bibin. Me rêya xwe diyar kir. Di çûyinê de me ew rê bi kar anîn. Min û hevalekî herêm nas dikir. Hevalên din di rêyeke din de çûbûn. Ev der nû dîtibûn. Hevalê Hejar tevî vê yekê jî pêşeng bû."

Hejmar Zagros ku sala 2012'an fermandarê herêma Koçgirî bû, dema hewl dida komekê derbasî herêma Derya Reş bike, tevî hevrêyên xwe ketin herêmeke ku hêzên dijmin lê bûn. Ev herêm li sêgoşeya Gîresûn, Sêwas û navçeya Şîran a Gumuşhaneyê bû. Di şer de hevrêyke birîndar bû. Hejar Zagros dema çû hevrêyê xwe yê birîndar rizgar bike, fîşekek li serê wî ket û şehîd bû."

DAXUYANIYA HPG'Ê YA LI SER HEJAR ZAGROS

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser Hejar Zagros wiha digot: "Hevalê me Hejar ku hevrêyê şervanên leheng bû, ji Xinêre heta Qendîlê, ji Qendîlê heta Dersimê bê navber têkoşiya û bû xwedî tecrûbeya têkoşîneke bê navber. Bi tecrûbeyên xwe yên mezin, kir ku hêzên me yên gerîla mohra xwe deynin binê serketinên mezin. Li her devera lê ma, bi keda xwe hîn bêhtir nirx afirand û gaveke din ber bi azadiyê ve çû. Hevalê me Hejar ku di nava şert û mercên zehmet de bi gavekê jî paş ve neavêt, 2'ê Tîrmehê di şerê dijî dijmin de tevlî şehîdên azadiyê bû. Bi sekna xwe ya bi mînak û germ, gelekî dihate hezkirin. Bi helwesta xwe ya perwerdekar, wê timî bibe sonda me ya coş û meşa me ya têkoşînê."