Hêvî Dêrik: Têkoşîna jinan wê azadiya civakê misoger bike

Endama Meclîsa Partiyê ya PJAK'ê Hêvî Dêrik diyar kir ku ji bo civaka Rojhilatê Kurdistanê û Îranê karibe xwe ji sîtema desthilatdar û qirker rizgar bike û nirxên xwe biparêze, pêwîstî bi sekneke radîkal a bi pêşengiya jinê heye.

Endama Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Hêvî Dêrik, beşdarî bernameya "Ravîn" a Aryen TV bû.

Hêvî Dêrik komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li ser Rêberê Apo şermezar kir û diyar kir ku komplo darbeyek li dijî demokrasî û tevahiya gelê Kurd bû. Hêvî Dêrik got, "Komploya 15'ê Sibatê li dijî tevahiya gelê Kurd û mirovahiyê bû. Ji ber ku Rêber Apo ne tenê şexsek e, bûye felsefeya jiyana azad a hemû gelan."

'RÊBER APO JI BO GELÊ ROJHILATÊ KURDISTANÊ BÛ HÊVIYA RIZGARÎ Û AZADIYÊ'

Dêrik bal kişand li ser helwesta gelê rojhilatê Kurdistan a li hemberê komployê navneteweyî; "Di nava gelê Kurd de ya li çar beşên Kurdistanê gelê Rojhilatê Kurdistanê gelek zor û zehmetî dîtin. Ji bo azadiyê her tim hewl da. Lê mixabin ew hewldan negihêştin encama ku dihate xwestin. Bi vê yeklê re jî hêviya gel şikest. Lê belê dema Rêber Apo derket, dema Partiya Karkerên Kurdistanê hate damezrandin, hestên raperîn û serhildanê li Rojhilatê Kurdistanê careke din geş bûn. Piştî komploya navneteweyî gelê Rojhilatê Kurdistanê hîn zêdetir fikir û ramanên Rêber Apo nas kir û xwedî lê derket. Heta ku gelek mirov hatin girtin û şehîd ketin. Ev helwest û nerazîbûna gel hemû  ji ber ku Rêber APO wek hêviyeke rizgarî û azadî didîtin pêşketin. Di encama komployê de em îro dibînin ku bi damezrandina PJAK, KJAR, KODAR û Hêza Parastina Rojhilatê Kurdistanê YRK'ê de bersivek pir mezin bû ji dijimin re. Bi van gavan gelê Rojhilatê Kurdistan xwedî li fikir û felsefeya Rêber APO derket û komplo jî pûç kir."

'ÇALAKIYA HEVAL VIYAN XWEDÎDERKETINA LI RÊBER APO BÛ'

Bi wesîleya salvegera şehadeta endama Komîteya Jinûve Avakirinê ya PKK'ê Viyan Soran, Hêvî Dêrik wiha axivî: "Çalakiya Heval Viyan Soran zindîkirina xwedîderketina li Rêber APO bû. Heval Viyan Soran di nameya xwe de hevoka 'Ji bîr nekin, nedin jibîrkirin' bikar anî bû, ev hevok peyamek bu ji bo me û  gelê Kurd û dijminan re. Em ti carî têkoşîna ji bîr nakin, hewldana xwe ji bo azadiya Rêber Apo jî ji bîr nakin. Rêber APO nayê ji bîr kirin û em nahêlin were jibîrkirin jî. Ji bo vê jî ev pêngava ku ji bo 15’ê Sibatê bi dirûşmeya 'Ji bîr nekin, nedin jibîrkirin' weke gelê Kurd û gelê Rojhilatê Kurdistanê em ê xwedî li Rêber Apo derkevin. Ji ber xwedîderketina li Rêber Apo xwedîderketina li hebûna û nasnameya xwe ye."

Dêrik dest nîşan kir ku tekoşîna Viyan Soran hêvî, wêrekî û xwesteka azadî li nava jinan û bi taybetî jî jinên Rojhilatê Kurdistanê bi hêz kir û wiha domand; "Gihîştina tevgera azadiya jin li Rojhilatê Kurdistanê astek wiha bilind, bûye xwedî hêzeke, xwedî rêxistineke, xwedî artêşekê. Ev hemû di encama têkoşîna hevalên wek Viyan Soranan ne. Heval Viyan Soran dema li Rojhilatê Kurdistanê bû, bi hêviya ku jin wê bi şoreşa xwe, xwe ji destê pergala zilamê desthiladar rizgar bike, azadî û hebûna xwe bi dest bixe kar kir. Bi saya têkoşîna hevalên wek heval Viyan, jinan xwe gihandin asteke ku êdî rejîma Îranê tirsandiye. Bi taybetî di zindanên Îranê de jî berxwedana ku îro tê meşandin di encama ruhên fedayê yên wek Viyanan ne."

'ŞOREŞA GELAN A ÎRANÊ HATE BEREVAJÎKIRIN'

Dêrik di dewama axaftina xwe de behsa 42 salên derbasbûyê yên rejîma Îranê kir û şoreşa ku ji aliyê gelê Îranê ve hatibû kirin îro çawa vegeryaye dijî gelê ku şoreş kiriye û wiha pê de çû; "Mirov dikare bêje ku şoreşa pêk hat di rastiya xwe bi pêşengtiya hemû pêkhateyên gelê Îranê pêk hat. Ji ber vê yekê jî mirov dikare bi rehetî vê bêje ku ev şoreş, şoreşa gelan bû ku bi xwe re azadî û wekhevî û demokrasiyê bîne. Lê mixabin îro ev şoreş hatiye berovajîkirin. Gelê Îranê li hember sîstem û hişmendiya şah a desthiladar serî rakirin û sîstema heyî rûxandin. Piştî şoreşa gelan vegeriya şoreşa desthiladariyê, hêvî û daxwaza gel jî hemû nîvco man. Di roja me ya îro de tu guhertinên erênî çênebûne. Guhertinên ku çêbûne tenê bi nav û şeklan de sînoran ma û civak hîn zêdetir ber bi xirabî ve bir. Em mînaka wê jî bidin, di dema şah de zext li ser civakê hebû viya jî hîn berdewam dike. Şah bi zihniyetekî  modernîst dixwest di Îranê de guhartinan çêbike, ji bo wê bi zorê kefiya ji serê jinan datanî. Em îro jî meyzebikin bi hatina Xumeynî, vê carê bi zorê kefî dide serê jinan. Yek bi zorê serê wan vedike, yek jî bi zorê serê wan digre. Di encam de herdû jî bi zorê tê kirin, siyaseteke bê îradekirina gel her tim tê meşandin. Di sîstemeke ku îradeye gel  tê de tune tê hesibandin sîstemek desthiladariyê heman tiştî  Erdogan jî dike. Tu ferqa wan ji hev nîne. Tişta ku mirov pê diêşe ev e; gel ji bo ku xwe rizgar bike li hember desthiladariya şah derket û sîstema wî rûxand. Lê piştî hatina Xumeynî hemû soza ku dabû civak, jin û ciwanan xwedî lê derneket û ji şah xirabtir kir."

'POLÎTÎKAYÊN HEYÎ YÊN REJÎMÊ JI BER TIRSA JI JINÊ YE'

Endama Meclîsa PJAK'ê Hêvî Dêrik, polîtîkayên rejîma Îranê ku îro li ser jinan tê meşandin wek tirsa rejîmê ya li hemberê jinan nirxand û got; "Piştî hatina Xumeynî, du xalên esasî ku rejîma Îran bi hemû awayan şerekî taybet li ser wan dide meşandin wiha ne; yek di mijara jin de, ya din jî di mijara neteweyan de. Li ser jinê hîcaba icbarî tê ferzkirin, jin ji qada siyasetê, qada xebatên jiyanê, aborî û perwerdeyê de hat dûrxistin. Ji bo ku bikare gel bixe, îradeya jin dike hedef. Dixwaze bi çawisandina jinan hemû civakê biçewisîne. Ji bo wê hemû cûre zextê di her qadê de bi taybetî di nav zindanan de li ser jinê tê meşandin. Bi hiceta namûs û hwd. qanûnên sêdare li ser jin û civak dide ferzkirin. Rejîma Îranê ji ber ku dizana jin xwedî hêzeke hindirîn ya pir mezine û dikare civakê biguherîne, ber bi azadî, wekhevî, edalet û demokrasiyê ve bibe herî zêde êrîşê jinan dike. Ji bo vê li Kurdistanê û heta cîhanê bi taybet jî li Îranê rejîmên desthilatdar ji bo ku xwe bidin dewamkirin îradeya jinan pûç dikin. Derveyî van jî bi nêzîkbûnên mezhebî, ol û baweriyên heyî ji hev qut dike û dijberî pêş dixe. Li hember vê lazime jin bizane ku her gaveke davêje emrê wî desthiladariyê kêm dike."

Dêrik teqez kir ku siyaseta rejîma Îranê li derve bi navê terora dewletê û faşîzmê navekî din heq nake û wiha dewam kir; "Di nava sîstema Îranê de însan birçî tê hiştin, însan ji bo ku pariyek nan bidest bixin di nav berfê de diqersin. Ji mafên xwe ya jiyanê mehrûm dimîne, ji ber ku daristanên xwe diparêze tê girtin, ji ber ku darekî diçîne tê girtin, ji ber ku ji mezhebekî cudaye tê girtin. Ger van nêzîkatiyên ku ji aliyê rejîma Îranê li hember gel tê kirin wek terora dewletê, faşîzm û qirkirin em bi nav nekin wê demê em ê çi navekî lê bikin."

'JI BO AZADIYÊ LI DORA PÊNGAVA KJARÊ BIBIN XELEK'

Endama Meclîsa Partiya Jiyana Azadê Kurdistan PJAK’ ê Hêvî Dêrik di dawiya axaftina xwe de girîngiya xwedî derketin li pêngava ku KJAR di 25’ê Îlonê sala borî de bi dirûşmeya "Li dijî sêdaran û qirkirina jinan, dema parastina jiyana azad e' bi bîr xist û got, "Ji bo bidest xistina azadiya jinê û civakê, lazime hemû jinên li Rojhilat û Îranê bi yekgirtinekê li derdora pêngava ku KJAR daye destpêkirin wek xelekekê hevdû bigirin. Ji bo jinan yek rêya rizgariyê heye ew jî li gor felsefeya jiyana azad xwe rêxistin bikin û li hemberî rejîma desthildar têbikoşin. Rêber APO ne tenê ji bo jinên kurd ji bo hemû jinên azadîxwaz felsefeya jiyana azad afirandiye. Îro wek jin tiştê ku ji me tê xwestin destpêkê xwe û civaka xwe ji bin desthiladariyê rizgar bikin û  ji bo paşerojeke azad pêşve biçin."