Heta ku 'qedexe' rabe em ê li ber walîtiyê bin

Wekîla HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan got heta 'qedexeya çalakî û bernameyan' ku ev 1600 roj in didomin rabe ew ê li ber walîtiyê çalakiya protestoyê bidomînin.

Polîsên Tirk li Wanê rê û kuçeyên ku diçine ser avahiya bajêr a Wanê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li trafîkê û çûnûhatina mirovan girtin, dora avahiyê pêçan. Piştî ku wekîl û xebatkaren partiyê li avahiya partiyê asê man, Wekîlê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç ji polîsan xwest ku ablûkayê rakin.

Li ser ranekirina ablûkayê wekîlên HDP'ê Muazzez Orhan Işik û Murat Sarisaç hatin ber walîtiya Wanê û çalakiya rûniştinê dane destpêkirin.

Wekîl Muazzez Orhan ji ANF'ê re axivî û got, ''Li dijî dorpêça avahiya partiya me, li dijî qedexeya ku ev 1600 roj in didome me çalakiya şermezarkirinê da destpêkirin. Divê polîsên Wanê rabin û ji gel re ragihînin ku ev qedexe rabûne. Li ser vî bajarî ambargoya aborî heye, turîzma Wanê hatiye girtin, em dixwazin ev bidawî bibbe. Em dixwazin ku ev bajar vegere ser halê xwe yê normal, siyaset,a jiyan, civaka sivîl hilmê bistînin. Esnaf nikarin dengê xwe bidin bihistin, Saziyên Rêxistina Civakî nikarin daxuyaniyeke çapameniyê bidin. Partiya me dorpêç dikin. Nahêlin ku gel werin partiyê. Em ê li dijî vê li ber xwe bidin. Çûnûhatina kuçeya ku tê ser partiya me hatiye girtin. Ji bilî rêveberan nahêlin ku kes were avahiya partiyê. Bi hinceta, ''li ser îxbareke ku me standî wê provakasyon çêbibe'' dixwazin partiya me krîmînale bikin û em vê qebûl nakin. Heta ku ev qedexe rabi em ê çalakiya xwe bidomînin.''