'Heta ku desthilatdariya AKP-MHP'ê hilweşînin em ê bimeşin'

Hevserokên HDP'ê yên Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen diyar kir ku ew hîn di destpêka meşa xwe de ne û gotin, "Têkoşîna me heta hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê wê bidome."

Hevserokên HDP'ê yên Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen têkildarî amadekariyên xwe yên ji bo pêşwazîkirina baskê Colemêrgê yê Meşa Demokrasiyê, ji ANF'ê re axivîn.

Ceylan bal kişand ser belgeya helwestê ya HDP'ê ku di 1'ê Hezîranê de hate eşkerekirin û destnîşan kir ku wan êdî rojeva xwe afirandine û ji bo vê dixebitin.

Ceylan diyar kir ku meşa wan çalakiyeke mafdar û rast e û got, "Dibe ku pêngaveke derengmayî be. Em dikarin bêjin ku meşa me ji niha ve bi bandor bûye. Tevî vê yekê jî heta ku bigihêjin Enqereyê em ê dawî li meşa xwe nînin. Ji ber ku heta ku Kurd di nava aştiyê de bijîn wê HDP dest ji têkoşîna xwe ya ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê bernede."

Ceylan destnîşan kir ku heta ku pêşî li faşîzma AKP-MHP'ê bigirin wê têkoşîna xwe xurt bikin û got, "Alternatîfeke me ya din nîne. Heta ku em vê bloka faşîst ji desthilatdariyê bixin wê Tirkiye ji vê rewşê rizgar nebe."

AMADEKARIYÊN MEŞÊ

Hevserok Alokmen jî têkildarî amadekariyên xwe yên teknîkî yên ji bo meşê agahî da û bi bîr xist ku meşê îro ji Colemêrg û Edîrneyê dest pê kiriye. Alokmen got, "Baskê meşê yê Colemêrgê wê di 17'ê Hezîranê de bigihêje Amedê. Xebatkarên me yên partiyê yên bajêr û herêmê wê di 17'ê Hezîranê de li Amedê bin. Êvara wê rojê em ê li Batikent û qada Koşûyolû pêşwazî bikin. Heyet wê piştî rojekê serdana saziyan û dikandaran bike. Di 19'ê Hezîranê de jî bi beşdariya meşvanên ji Amedê wê ber bi Edeneyê bi rê bikeve. Heman rojê wê li Edeneyê çalakiyek pêk were û piştre derbasî Enqereyê bibin. Dema ku gihîşt Enqereyê jî wê axaftina fînalê bê kirin û meşa xwe em ê bi vî rengî bi dawî bikin."