'Heta ku deriyên Îmraliyê neyên vekirin, demokrasî jî aştî jî pêk nayê'

Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku heta deriyên Îmraliyê neyên vekirin, demokrasî û aştî pêk nayê û got, "Pirsgirêka Kurd bi danûstandina bi Birêz Ocalan dikare çareser bibe."

Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Qersê bi rê ketin, meşa xwe li Çewlîgê dewam kirin. Meşvan li pêşiya bajêr bi rengekî girseyî hatin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' hate qîrîn, piştre jî meşvan ber bi navenda bajêr ve meşiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li vir axivî û got ku dîrok û zimanê kurdan tê înkarkirin. Koçyîgît, wiha domand: “Ev feraseta yekperest ev 100 sal in didome. Em jî li dijî vê feraseta yekperest dimeşin. Ji bo ku gelên me bikarin bi hev re bijîn, divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Pirsgirêka kurd jî bi muzakereyên bi birêz Ocalan re dikare bê çareserkirin. Bi girtina deriyên Îmraliyê re îradeya pêkvejiyanê jî ji holê rakirin. Bi girtiyan deriyên Îmraliyê re deriyên zilmê vekirin. Em jî ji bo vekirina rêya aştiyê dimeşin.”

Koçyîgît, axaftina xwe wiha domand: “Ji Ocalan agahî nayên girtin û em nizanin di çi şert û mercan de dimîne. Em dengê birêz Ocalan nabihîsin. Em xwedî li îradeya aştiyê ya ku dixwazin bifetisînin derdikevin. Hûn dê deriyên Îmraliyê vekin. Heke hûn aştiyê bixwazin, wê demê divê hûn birêz Ocalan berdin.”

Bernameya Çewlîgê bi gerandina govendê bi dawî bû.