‘Heta girtî azad bibin ez nasekinim’

Reşahat Ada ya bi salan e ji bo girtiyên ji malbata xwe têdikoşê, got: “Heta girtiyên me derbikevin, ez ê li têkoşîna xwe dewam bikim.“

Malbata Ada, ji gundê Sêdeqnê yê Farqînê ye, ji ber ku cerdevaniyê qebûl nakin, sala 1994’an mala wan ji aliyê leşkeran ve tê şewitandin. Mehmed Siddik Ada yê bavê deh zarokan û kurê xwe tên destgîrkirin. Piştî ku Mehmet Siddik Ada destgîr dibe, qîza wî Reşahat Ada, dibe sermiyana malê. Bav û kur meh û nîv bi şûn de tên berdan, lê ji neçariyê terka gund dikin. Reşahat Ada behsa rewşa bavê xwe piştî berdanê, wiha dike: “Gava bavê min hat malê, zarokên me ji tirsan giriyan. Por û rîhê wî hatibû, spî ketibûn canê wî û zeîf bûbû. Me bavê xwe derxist ser xanî, cilên wî şewitandin û ew xist hemamokê"

BIRAYÊ WÊ KU AMADEKARIYA DAWETÊ KIRIYE HATIYE GIRTIN

Hamdusena Ada yê birayê wan ku amadekariya dawetê dike, sala 2011’an li Liceyê tê destgîrkirin û bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê“ tê girtin.

QÎZA WÊ JÎ HATIYE GIRTIN

Hîlal Ada (32) ya qîza Reşahat Ada, sala 2015’an gava kirina xebata hilbijartinê li Bismilê tê destgîrkirin û girtin. Bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê“ doz lê tê kirin, şeş salan di Girtîgeha Gebzeyê de dimîne. Reşahat Ada, di heman demê de dikeve wê hewilê ku hem biçe dîtina qîza xwe hem jî biçe dîtina birayê xwe.  Hingê tev li hemû çalakiyên ji bo girtiyan dibe. Birayê wê yê din Mevlud Ada jî sala 2018’an tê girtin.

DIÇE DÎTINA SÊ GIRTIYAN

Reşahat Ada ji bo biçe dîtina girtiyan, di navbera Stenbol, Rîze û Amedê de diçe û tê. Destpêkê ji bo biçe serdana qîza xwe ji Amedê li otobêsê siwar dibe û piştî rêwîtiya bi 24 saetan digihîje Stenbolê, piştî hevdîtinê heman roj dîsa ewqas rê diçe û vedigere. Ada ku ji bo biçe serdana birayê xwe Hamdusena bi kîlometreyan rê diçe, behsa zehmetiyên rêwîtiya xwe ya ji bo çûyîna Rîzeyê wiha dike: “Carekê ji bo dîtinê em bi rê ketin. Li sînorê Rîzeyê erebe xera bû. Berf li çongê bû. Em wisa bi saetan di erebeyê de man. Hewa pir sar bû. Ji bo xwe germ bikin me xwest em biçin mizgeftê. Mele got, ’Cenaze nîn be em nikarin derî vebikin.‘ Li ber mirinê bûn em. Bavê min hingê 77 salî bû. Ew û dêya min nexweş bûn. Destên min dikira biqerisiyana. Bavê min ji mele re got, ’Derî vebike, cenaze heye’, derî vekir.

Pirsa cenaze kir, bavê min em nîşan dan, got, ‘Tev dikin ku bimirin.’ Di van şertan de me rêwîtî kir û ji bo dîtina bi nîv saetê em çûn Rîzeyê. Bi dîtina wî re malbata min rehet dibû. Piştî dîtina birayê xwe em bimirana  ne xem bû.“

Reşahat Ada, bi pişt re hefteyek bi şûn de ji bo dîtina birayê xwe, bi rê dikeve. Reşahat Ada ku xwendin û nivîsandina wê nîn e, bi taybetî ku diçe bajarên Tirkan di rê de zehmetiyê dikişîne.

GIRTIYAN NAYNIN SER CENAZEYÊ BIRAYÊ WAN

Abdûrrahman Ada yê birayê Ada, dikeve avê û dixeniqê. Beriya veşartina cenaze bi sê rojan ji girtîgehê re jî tê gotin. Daxwaznameyên ji bo tev li merasîma cenaze û taziyeyê bibin bi hinceta ewlehiyê tên rêdkirin. Hamdusena û Mevlud Ada cara dawiyê birayê xwe nabînin, Hîlal Ada jî xalê xwe nabîne.

Gelek caran digirin bi ser mala Reşahat Ada de. Sala 2020’yan cara şeşan digirin bi ser malê de, Adayê destgîr dikin, Adayê 9 rojan destgîrkirî dihêlin û berdidin.

TÊKOŞÎNA JI BO GIRTIYAN

Hamdusena Ada yê nexweşê dil û gurçikan e divê her meh derzî lê bê xistin, 11 sal in girtî ye.  Reşahat Ada ku ji ber nexweşiyê sê salan nikare biçe dîtina birayê xwe, ji bo berdana girtiyên nexweş bi malbatên din re serî li her rêyê dide. Pêşîn derdikeve kuçeyan, çalakiyan dike, li ber girtîgehan daxuyaniyê dide, serî li saziyên fermî dide. Lê çi deriyê lê dide lê tê girtin. Ada 400 rojan Nobeta Edaletê girt da ku dengê wê bê bihîstin. Ada bi bîr xist ku 20 gardiyanan êrîşê birayê wê kiriye ku nexweşê dil û gurçikan e û divê her meh derzî lê bê xistin û vê pirsê dike: “Niha zext û tundî li wan tê kirin. Di nav çar dîwaran de dibe ku sûcekî çawa kiribin?“

Ada got ku ew ê heta bi hetayê ji bo azadiya girtiyan têbikoşe û tiştên 30 sal in anîne serê wan ew tu car ji bîr nake.