'Heta azadiya Birêz Ocalan em ê li qadan bin'

Parlamentera Rihayê ya HDP'yî Dîlek Ocalan got, "Tirs nema bi kêr tê. Pirsgirêka Kurd êdî pirsgirêkeke navneteweyî ye" û destnîşan kir, ku heta Ocalan azad bibe ew ê li qadan bin.

Parlamentera Rihayê ya HDP'yî Dîlek Ocalan destnîşan kir, tecrîd di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser gelê Kurd û hemû gelên bindest tê ferzkirin û got, lazim e azadî jî bi vî rengî bê dîtin.

Piştî ku Mehmet Ocalan 11'ê Îlona 2016'an çû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûnişt, ji hingî ve ne malbat ne jî parêzer nikarin Ocalan bibînin. Parlamentera Rihayê ya HDP'ê ku xwarziya Ocalan e Dîlek Ocalan got, tecrîda ev 18 sal in tê kirin, di şexsê Ocalan de li ser gelê Kurd û hemû gelên bindest ên Rojhilata Navîn tê ferzkirin.

ŞERÊ LI ÎMRALIYÊ HATE DESTPÊKIRIN BELAV BÛ

Ocalan destnîşan kir, tecrîda ku bi salane tê meşandin, nîşan dide ku hikumeta AKP'ê di pirsgirêka Kurd de alîgirê neçareseriyê ye. Ocalan wiha dewam kir: "Hikumet, li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê giranî daye ser bêbandorkirina Rêberê Gelê Kurd û tinekirina gelê Kurd. Desthilatdariya AKP'ê li dijî berxwedan/têkoşînan Îmraliyê şer ragihand û ev şer li wir nehişt, li tevahiya welêt belav kir. Bi vî rengî malên welatiyan şewitand, xera kir, bombe li bajaran barand û kuştina sivîlan zêde kir."

ÊDÎ BÛYE PIRSGIRÊKEKE NAVNETEWEYÎ

Dîlek Ocalan anî ziman, ku zîhniyeta barbar û mêtinger li Kurdistanê ti bersiv ji xwe re nedîtiye û got, "Bila bi vê zanibin, tirs bi kêrî mirinê nayê. Çi zû çi dereng, çareserî wê bi rêya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan bibe. Pirsgirêka Kurd êdî ne tenê pirsgirêka Kurdan e. Bûye pirsgirêkek navneteweyî. Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan, bi pêşengiya TJA'yê karek bi şiyara 'Tecrîd wê têk biçe, azadî wê bi ser bikeve' dest pê kiriye. Dengê dirûşmên ji bo azadiya Ocalan li Tirkiye û Ewropayê roj bi roj bilindtir dibe. Heta ku Birêz Ocalan azad bibe em ê li qadan bin."