Heskîf bi dînamît û dozeran tê hilweşandin

Li Heskîfê Keleha Darphaneyê bi dînamîtan hatibû rûxandin û niha jî bi dozeran hilweşandin didome.

Li Heskîfa kevnare di çarçoveya çêkirina Bendava Ilısûyê de Keleha Darphaneyê bi dînamîtan hatibû rûxandin. Keleh niha jî bi dozeran tê hilweşandin. Gomeyê herî mezin ê li Kelehê ji aliyê Fîrmaya ‘Ruzgar Dagcilik’ê bi dînamîtan tê rûxandin. Ligel ku hatibû eşkerekirin dînamît tên bikaranîn jî Walîtîya Batmanê gotibû “Bi teqemeniyên ekolojîk tê rûxandin.”

Di heman demê de tê gotin ji ber teqandina dînamîtan wê Qesra Biçûk û Minareya Camiya El Rizzik jî xisarê bibîne.

Piştî dînamîtkirina kelehê, bi dozeran rûxandin didome.

MASIYÊN LI ÇEMÊ DÎCLEYÊ QETIL KIRIN

Li ser Çemê Dîcleyê jî rûxandina ekolojîk didome. Ji ber avakirina benda avê, pira hafriyatê hatibû çêkirin û berê avê hatibû guherandin. Ji ber vê jî qirêjiya di çem de zêde bû û bi hezaran masî jî ji ber pirê qetil bûn.

Nahêlin ku rojnamevan herin herêmê.