Heşdî El Şebî kî ne?

Heşdî El Şebî ya ku sala 2014’an li dijî gefa DAIŞ’ê bi banga lîderê dînî yê Şîa Sîstanî, bi desteka leşkerî ya Îranê û ji hêla Iraqê ve piştî ku statûya wê bi fermî hate naskirin, bi operasyonên xwe yên van çend rojên dawî dîsa bû rojev.

Heşd El Şebî bi opersyonên xwe yên li Şengalê yên van rojên dawî careke din kir ku li ser were axaftin. Têkildarî armanc û hedefên Heşdî El Şebî ku di van rojên dawî de bi operasyonên xwe yên li ser sînorên Iraqê û Rojava û Mûsilê ji hêlên cihê şîroveyên cihê têne kirin û pirs têne kirin. Me jî têkildarî duh û îroya rêxistinê, komên di nav de û pêkhatina wê bi qutebirî agahî berhev kirin.

HEŞDÎ EL ŞEBÎ KENGÎ HATE DAMEZIRANDIN?

Piştî ku DAIŞ’ê ber bi nîvê sala 2014’an li Iraqê Mûsil, Enbar, Tikrît û gelek herêmên ku Sinnî lê dijîn, bi desteka kadroyên partiya dema Seddam Huseyîn Partiya Beesê bi dest xist û berê xwe da Şîan, 13’ê Hezîrana 2014’an otorîteya Şîa ya dînî ya li Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî banga 'cîhad'ê li Şîan kir.

Serokwezîrê Iraqê yê wê demê Nurî El Malîkî jî destek da vê bangê û got ew ê meaş jî bidine wan. Piştî banga Sîstanî ku bi nêzîkbûna xwe ya Iranê tê zanîn, desteka leşkerî ya Îranê û daxuyaniya Malîkî ku wê meaş bidine wan, Heşd El Şebî yan jî hêzên Heşdî Şebî li dijî gefa DAIŞ’ê birêxistin bû.

Ev hêza ku ji hêla leşkerî ve birêxistin bû, fînansoriya wê ya çek, perwerdehî û lojîstikê ji hêla Îranê ve hate kirin. Di xebatên wê yên perwerdehiyê de jî Fermandarê Zêrevanên Şoreşê ya Îranê Qasim Silêmanî cih girt. Di operasyonên Enbarê ya Iraqê de Silêmanî bi xwe jî li ser serê Heşdî Şebî bû.

STATÛYA WAN A LI IRAQÊ ÇI YE?

Hêza milîs Heşdî Şebî ya ku piştî banga Sîstanî 13’ê Hezîrana 2014’an xwe ragihand, bi artêşa Iraqê re li dijî DAIŞ’ê tevlî operasyonên li Ramadî, Fellûce, Tikrît û Mûsilê bû. Di pêvajoya operasyona rizgarkirina Mûsilê de ku 17’ê Cotmeha 2016’an dest pê kiribû, bi qanûneke ku 26’ê Mijdara 2016’an li parlamentoya Iraqê hatî standin, ev hêz bûne xwedî statûya fermî ya ‘’hêza fermî ya parastina Iraqê’’.

Lê beriya wê jî 7’ê Nîsana 2015’an Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî bi biryareke Desteya Wezîran ragihandibû ku Heşdî Şebî organekî fermî ye ku rasterast bi ser Serokwezîrtiyê ve ye.

Resmîkirina wê nîqaşên li ser Heşdî Şebî sînordar kirin û di gelek babetan de bûne xwedî avantaj. Mînak; li gel xwedîbûna heqê leşkerî yê Iraqî her wiha hemû qanûnên ku ji bo hêzên artêşa Iraqê derbas dibin wê ji bo wan jî derbas bibin û hemû pêdiviya wan a çek û cebilxaneyê wê ji hêla Wezareta Parastinê ya Iraqê ve bihata fînansekirin.

HEJMARA WAN ÇEND E Û ÇEND KOM IN?

Ji bo avakirina Heşdî El Şebî piştî ku ji hêla terîkqetên Şîa, kom û êlan bang hatin kirin, hate gotin ku 100 hezar kes li hev civiya. Piştre, piştî desteka leşkerî ya Îranê, desteka darayî ya Iraqê û serkeftina Heşdî Şebî ya li Ramadî û Tikrîtê kir ku zêdetir kes bigihin rêxistina Heşdî Şebî.

Nexasim jî piştî ku ji hêla artêşa Iraqî ve bi fermî hate naskirin û 300-600 dolar meaşê ku tê dayin, zêdetir kesî xwe gihande Heşdî El Şebî û tê gotin niha 150-200 hezar kes bi wan re ne.

Di bin banê Heşdî Şebî de bi alayên cuda her çendî navên rêxistinên bi navê Tûgayên Bedir, Esaîb Ehlulhak, Ketîbeya Hîzbullah, Tûgayên Elî Ekber û Tûgayayên Ensar  El Merciyye zêdetir werin bihîstin jî di nav Heşdî El Şebî de ji 70’yî zêdetir rêxistin hene.

DI NAV HEŞDÎ EL ŞEBÎ DE KÎJAN RÊXISTIN DERDIKEVIN PÊŞ?

Tê gotin di nav Heşdî Şebî de bi giştî du bend derdikevin pêş. Bendek jê nêzîkî Îran, Hizbûllah û Malî ne û benda dî jî xwe ji Îranê dûr digire û nêzî lîderê dînî yê Şiî Mukteda Es-Sadr û Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî ye.

Tûgayên Bedir pêşengiya benda nêzî Îranê dike, benda dî ya ku nêzîkî Sadr e jî ji wan koman pêk tên ku ji rêça Artêşa Mehdî tên.

Tûgayên Bedir: Di nav Heşdî Şebî de rêxistina herî xurt û gotina wê derbas dibe Tûgayên Bedir in ku nêzî Îranê ne. Li ser serê rêxistinê Hadî El Emirî heye ku bi Qasim Silêmanî re hevaltiya wan heye. Qasim Silêmanî di şerê Iraq-Îranê (1981-1988) de li ser serê li ser serê wê rêxistinê bû ku li dijî rejîma Seddam Hisêyn di eniya Îranê de şer dikir. Tûgayên Bedir ku ji şerê Iraq û Îranê ve, bi pêşengiya Emrîrî xwedî hêza çekdar bûn, her çendî 2008’an ragihandibe ku wan çek daniye û partiyeke siyasî ne jî 2014’an dîsa xwe bi çek kirin.

Emirî di hilbijatinên 2010’an de di Patiya Dewleta Qanûnê ya Malîkî de parlamenterî jî kir. Tûgayên Bedir ku li hemû herêmên Iraqê xurt e, bi taybetî jî li Diyala, Selahaddîn û Kerkûkê xebatan dike. Tûgayên Bedir ku tê gotin 20-30 hezar endamên wan hene, ji bilî Erebên Şiî di nav xwe de endamên wê yên Tirken, Kurd, Xiristiyan û ji gelên din jî hene.

Ketîbeya Hîzbullah: Ev kom, li ser zemîna koma ‘’Artêşa Muxtar’an ava bûye ku dema  DYE 2013’an dest di Iraqê dabû xwe ragihandibû. Vê komê ragihandibû ku rajêrî otorîteya dinî ya Îranê Seyid Elî Xameneyî ye. Ev rêxistin li tevahiya Iraqê xebatan dike, sempatîzanên wê bi piranî ji Tirkmenan pêk tê û têkiliyên bi gelek rêxistinên nêzî Hîzbullahê re hene. Tê gotin hejmara wan ji 10 hezarî zêdetir e.

Ketîbeya Seyyîdûl Şûheda: Ev rêxistin sonda dilsozbûna bi Xameneyi daye û bi nêzîkbûna xwe ya bi Hîzbûllahê tê zanîn. Serekê wê Hecî Ebû Ala ye. Rêxistin her wiha nêzî Malîkî ye jî.

Tûgayên Xoresanê: Ev rêxistin jî bi koka xwe Îranî ye û rêveberiya wê jî Îranî ye. Rêxistin li derdora Xurmatî xebatan dike û tê gotin 3 hezar endamên wê hene.

Esaîb Ehlûl Heq: Ev kom xwe ji Îranê dûr digire, girêdayî lîderê dînî yê Şiî Mukteda Es-Sadr e. Ev kom ji Artêşa Mehdî veqetiyaye û li Necef, Kerbela, Bexdayê çalak e. Rêxistin bi pêşengiya Qeys El Xezalî ye û tê gotin 10 hezar endamên wê hene.

Saraya El Selam: Ev rêxistin bi nêzîkbûna xwe ya bi Ebadî tê zanîn, di serî de Samarra û Necef li gelek deveran xebatan dike. Rêxistin ji hêla Muqteda Es-Sadr ve 2014’an hatiye avakirin û tê gotin 10 hezar endamên wê hene.

KOMÊN DIN

Di nav Heşdî El Şebî de girêdayî Iraq û Îranê bi dehan kom hene. Ev kom gelek caran ji hev vediqetin û digihin hev. Navê hin ji van rêxistinên di nav Heşdî El Şebî de:

‘’Tûgayên Elî Ekber, Tûgayên Ensar El Merciyye, Ketîbeya Îmamê Elî, Ketîbeyên Firqetûl Ebbas, Feylaq El Kerrar, Sereya El Cîhad, Sereya Ensal El Aqîde, Hareket El Nûcebba, Ketîbeya Ebû Fadil Ebas, Ketîbeya Şehîd El Aval, Sereya El Cîhad, Ketîbeya Teyyar El Rîsalî, Ketîbeya Ehrar El Iraq, Ketîbeya Dîfaa El Muqeddes, Ketîbeya Ruhalllah, Ketîbeya Gadab, Ketîbehya Ensar El Hîcce, Ketîbeya Îmam Hisêyn, Mucahîdên Hîzbûllah yên Iraqê, Ketîbeya Îmam El Gaîb, Feylaq El Vaad El Sadik, Quwwet El Şehîd Sadr, Lîva Youm El Qeîm, Lîva Esedulah Galîp, Hîzbullah El Sayrun, Lîva Zulîfkar, Lîva El Muntadar, Mukavveme Îslamiye, Lîva Îmam El Hesen El Mucteba , Hîzbullah El Ebrar, Serya El Zehra, Hareket El Ebdal, Lîva Emnar Ibnî Yasir, Fettah El Mûbîn, Ketîbeya EL Rîsalî, Lîva El Saqiqeyn, Lîva Îmam El Qaîm,  Lîva El Qaîm, Lîva El Qerya, Sereya Aşûra, Tûgaya Babîlîyyûn  û hwd.’’

PIŞTÎ MÛSILÊ

Li Iraqê ku her diçe şerê mezhebî geş dibe, rêxistina Heşdî Şebî her ku diçe xurt dibe. Piştî ku Mûsil ji dagirkeriya DAIŞ’ê hate paqijkirin wiha diyar e ku Heşdî El Şebî wê li herêmê bin. Hebûna rêxistinê ji niha ve di nav Sinniyan de bûye sedema fikaran. Piştî ku Mûsil ji DAIŞ’ê hate paqijkirin wiha xuya dike ku rêxistina Heşdî Şebî wê pir were axaftin û di rojevê de bimîne.