Heşdî El Şebî rêya Şengal-Beac kontrol kir

Heşdî El Şebî ku dest bi operasyona rizgarkirina gundên Şengalêkiribû, 4 gund rizgarkirin û rêya Şengal-Beac jî kontrol kir.

Hêza milîsên Şîa Heşdî El Şabî ku operasyona rizgarkirina gundên Şengalê dabû destpêkirin, li rojavayê Mûsilê 4 gund rizgarkirin û rêya Şengal-Beac kontrol kir.

Di daxuyaniya nîvîskî ya ku li ser navê fermandariya Heşdî El Şebî hatî kirin de, hat ragihandin ku piştî şerên dijwar ên şevê din gundên Bîskî, Hatemiye, Qamûsiye û Rembûsî ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirine.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku piştî gundên hatîn girtin, rêya di navbera Şengal û bajarokê Beac de ketiye dibin kontrola wan de.