Heşdî El Şabî bajarokê Qehteniyeyê kontrol kir

Heşdî El Şebî, bajarokê Qehteniye yê li bakurê bajarokê Beacê ye, ji destê çeteyên DAIŞ'ê derxist.

Hêza milîs a Şîa Heşdî El Şebî, ku li başûrê Şengalê operasyonê dike, eşkere kir ku wan bajarokê Qehteniye yê li bakurê bajarokê Beacê kontrol kirine.

Heşdî El Şebî daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, di qonaxa duyemîn a operasyona 'Mihemed Resûllah' de, ku li başûrê Şengalê tê meşandin, bajarokê Qehteniyeyê kontrol kirine.

Heşdî El Şebî, ku çend roj berê gundê Koço yê Şengalê kontrol kir, dabû xuyakirin ku wan kontrola gund radestî Êzidiyên ji nava PDK'ê veqetiyan e û tevlî wan bûne, kirine.

Çeteyên DAIŞ'ê, di êrîşa 3'ê Tebaxê de li gundê Koçoyê bi sedan kes kuşt. Ji gundê Koçoyê gelek kes piştre bûn pêşmergeyên PDK'ê.

Lê belê pêşmergeyên ji gundê Koço yên li nava refên PDK'ê roja 17'ê Gulanê dan xuyakirin, ku PDK wan mijûl dike, ji bo rizgarkirina gundê wan nakeve nava ti hewldanan û ew tevlî nava refên Heşdî El Şebî dibin.