Hêrsa gelê Rojhilat a li dijî komkujiyên rejîma Îranê mezin dibe

Rejîma Îranê, duh li bajarê Banê du kolberên Kurd kuştibû. Çalakiyên li dijî vê komkujiyê duh dest pê kir, mezin dibin.

Rejîma Îranê di dema dawî de li Rojhilatê Kurdistanê gel kolberên Kurd kuşt. Herî dawî, duh li bajarê Banê yê ser bi eyaleta Sinê, kolber Qadir Behramî (41) û Heyder Ferecî (21) ji aliyê rejîma Îranê ve hatin kuştin. Hêrsa li Rojhilatê Kurdistanê li dijî van komkujiyan der bû, kêlî bi kêlî mezin dibe.

Nûçegihanên ANF'ê yên li Rojhilatê Kurdistanê ragihandin, çalakiyên ku duh li Banê dest pê kirin, îro jî dewam kirin. Girseya gel a li ber Biryargeha Leşkerî ya Banê li hev civiya, xwest ku li ser komkujiyan daxuyaniyek bê dayin. Piştî çalakiya li vê derê agir bi avahiyê ket, lê li ser sedema derketina şewatê agahiyeke zelal bi dest neket.

Nûçegihanên me diyar kirin, ku rejîma Îranê jî piştî çalakiyên duh hêzeke xwe ya zêde şandiye bajêr û li dora saziyên dewletê bi cih kiriye.

Wekî din, gelê Merîwanê jî wê ji bo piştgiriya ji gelê Banê re îro saet di 18:00 de bimeşe û ji bo vê meşê banga tevlîbûnê hate kirin. Aktîvîstên sivîl ên li bajarên Serdeşt û Pîranşar ên li eyaleta Ûrmiyê jî, bang li gel kirin ku çalakiyan li dar bixin.