Herî dawî li qereqolê hate dîtin, piştre agahî jê nehate girtin

Xizmên Windayan vê carê aqûbeta Sabah Orûç ê 17 salî ku sala 1996’an li Bîsmîlê hate windakirin û herî dawî li qereqolê hatibû dîtin, pirsîn.

Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” di hefteya 599’emîn de, li ser înternetê bi parvekirina videoya lidar xist.

Xizmên Windayan ji çalakiya xwe ya vê heftê de, aqûbeta Sabah Orûç (17) ê di 13’yê Sibata 1996’an de ji malbata xwe ya li navçeya Bîsmîl a Amedê derket û carek din agahî jê nehat girtin, pirsî.

Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Derya Yildirim, di vîdeoyê de axivî û wiha got: “Sabah Orûç di sala 1979’an li gundê Yukarîkonak a navçeya Şemrex Mêrdînê hatiye dine. Orûç dibistana seretayî qedandi bû. Li navçeya Bîsmîl a Mêrdînê dijiya û karê masîvaniyê dikir. Orûç di 13’yê Sibata 1996’an ji malê derdikeve û carek din agahî jê nayê girtin. Malbat li ser vê yekê dest bi lêgerîna wî dike. Malbata ku Orûç nabîne ser li Miduriyeta Polîsan, Qereqola Leşkerî û Serdozgeriya Komarê navçeyê dide. Lê bi ti awayî agahî ji aqûbeta Orûç nayê girtin.

Yildirim, da zanîn ku piştî windabûna Orûç mehekê, hinek şahidan agahiya ku Sabah Orûç li Qereqola Tabûrê ya Bîsmîlê tê girtin dan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Malbatê li ser agajiyên şahidan çardin, serî li saziyên fermî dan. Lê rayedarên fermî gotin ku kesek wiha ne destgîrkirî nîne. Bi vî awayî çarek din agahî ji Sabah Orûç ê 17 salî nehat girtin.”