'Her roj mafên rojnamevanan hatin binpêkirin'
Însiyatîfa Rojnamevanên Azad diyar kir, di meha Çileyê de 7 rojnamevan hatin girtin. Însiyatîfê ragihand, di nava 30 rojên bihurî de her roj mafên rojnamevanan hatine binpêkirin.
Însiyatîfa Rojnamevanên Azad diyar kir, di meha Çileyê de 7 rojnamevan hatin girtin. Însiyatîfê ragihand, di nava 30 rojên bihurî de her roj mafên rojnamevanan hatine binpêkirin.
Însiyatîfa Rojnamevanên Azad, "Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamevanan di Çileya 2017'an de" bi civîneke çapemeniyê eşkere kir. Civîn li Şaxê ÎHD'ê yê Amedê hate lidarxistin. Berdevkê Însiyatîfê Hakki Boltan li civînê axivî û di destpêka axaftina xwe de ji malbata kedkarê medya Kurd Mehmûd Onder re sersaxî xwest.
Boltan, helwesta RTUK'ê ya ku wekî fermanê bide 13 televizyonan rexne kir û wiha got: "Di serdema Rewşa Awarte de RTUK televizyonan araste dike. Divê saziyên çapemeniyê azad bin." Boltan diyar kir, her roj mafê çapemeniyê tê binpêkirin û rapor eşkere kir:
"Di 30 rojan de 30 caran mafên rojnamevanan hatin binpêkirin. Di meha çile de 13 rojnamevan hatin binçavkirin û jê 7 rojnamevan hatin girtin. Der barê 3 rojnamevanan de lêpirsîn hat vekirin. Li 4 rojnamevanan cezayê hespê hat birîn. Der barê rojnamevanekî de doz hat vekirin. Rojnamevanek jî hat dersînorkirin.
7 ROJNAMEVAN HATIN GIRTIN
Di vê mehê de Nûçegîhanê Wall Street Journal (WSJ) yê Stenbolê Dion Nissenbaum (49), hat binçavkirin û şandin welatî wî. Rojnamevan û Midûrê DÎHA ya hat girtin Omer Çelik, Rojnamevan Tunca Ogreten û Mahir Kanaat piştî 24 rojan di bin çavan de man hatin girtin. Rojnamevan Derya Okatan, Metin Yoksu û Eray Sargin jî pişti 24 rojan di bin çavan de man serbest hatin berdan. Nûçegîhanê DÎHA yê Abdullah Kaya, Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Ozgur Gundema hat girtin Kemal Sancili, Stajera Rojnameya Cumhuriyetê Ayşegul Başar, Xebatkarê Rojnameya Hatay Ses Ceren Taşkin hatin girtin.
ROJNAMEVAN HATIN REVANDIN
Rojnamevan Bariş Boyraz, li Enqereyê di nava rojê de bi maşîna sipî ji aliyê polîsan ve hat revandin û piştî gef û îşkenceyê serbest hat berdan.
Rojnamevanê Evrenselê Kemal Ozer, rastî gefa kuştinê hat. Rojnamevana Evrenselê Zeynep Tunçel, ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hat revandin û hat darpkirin.
LI ROJNAMEVANAN CEZA BIRÎN
Heyeta dadgehê li Nobedarê Gerinendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Şanar Yurdatapan û Îbrahîm Aydin Bodur cuda cuda Salek û 3 meh cezayê girtîgehê û 6 hezar TL cezaye pereyan birî. Dîsa heyeta dadgehê li Gerînendeyê Weşana Gişti yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Ersin Çaksu Midûrê Karên Nivisan ê berê Harun Epli cuda cuda 5 sal û 6 meh û 20 cezayê girtîgehê birî. Rojnamevan û nûçegîhanê Cumhuriyetê Ahmet Şik piştî hat girtin li Metrisê îşkence lê hat kirin û 3 rojan av nedan wî. Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Demokratik Ulus Arafat Dayan, di yek hucreyê de tê girtin. Nûçegîhanê DÎHA yê bere Selman Keleş, li Zanîngeha Erzîromê îşkence lê hat kirin.