BI DÎMEN

‘Her kesê li dijî tecîrdê bêdeng bimîn hevkarê sûç e’

Gerîlayên HGP’ê û YJA Starê ev peyam da: “Wê sala 2017’an ji bo Rêbertiya me sala azadiyê be, wê ji bo hêzên komploger jî sala cehenem û ezabê be.” Gerîla têkildarî slavegera komploya 15 Sibat a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan nirxandin kirin.

Gerîlayên HPG’ê û YJA-Star têkildarî 18. Salvegara Komploya Navneteweyî a 15 Sibat a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivîn.

Gerîlayan, têkildarî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 18 sal in li Îmraliyê di nava tecîrdê de ye axivîn wiha gotin: “Bêdengbûna li dijî tecrîdê; tê wateya bêdengiya li dijî jiyana azad, vîna azad û fikra azad. Wê sala 2017’an ji bo Rêbertiya me sala azadiyê be, wê ji bo hêzên komploger jî sala cehenem û ezabê be.”

Gerîlaya YJA-Starê Migîn Şivan komploya 15 Sibatê ya ku di dîroka mirovahiyê de wekî wê nîne şermezar kir, berdewamkirina tecrîda giran û pêkanîna komploya ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji ber tirsa rêyên çareseriya Ocalan e. Şivan wiha got: “Em weke gerîlayên azadî û gelê Kurd şagirtinên vê fikrê û paradîgmayê ne. Em ê li her derê têkoşînê xurt û bilnd bikin. Em bi çend operasyonan ne tine û ne jî teslîm dibin. Ji bo jiyan û vîna gelê Kurd heta dawîyê em êtêkoşîn bimeşînin. Eger jiyan bibe jî wê azadî û yekîtîbe ger nebe qet ji bo wan jî nabe.”

‘BÊDENGÛNA LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊ WATEYA BÊRÛMETÎ Û RÊGEZIYÊ’

Şıvan got: “Divê li dijî tecîrda li ser Rêbetiyê û gelê me ti kes bêdneg nebe.” Şivan wiha bang li gelê Kurd kir: “Bêdengiya li dijî tecrîdê tê wateya bêdengiya li dijî jiyana azad, vîna azad û fikra azad e. Bêdengî tê wateya tawîzdayîna bêrûmetiyê û rêgeziyê. Eger jiyan bibe wê bi têkoşîan azadiyê bê qezençkirin. Divê ciwan ji bo azadî û girêdan bi Rêbertiyê re li her qadê di nava berxwedanê de bin.”

‘HÊZÊN KOMPLOGER BÊÇAR MANE’

Gerîlaya YJA Starê Dîcle Dogan komploya 15 Sibatê şermezar kir û wiha axivî; “ Armanca Komploya ku li ser Rêbertiya me hatiyê pêşxistin, tekoşîna me asteng bikirin û tengav kirin ne. Lê gelê me û tekoşîna azadiyê bi berxwedanek mezin ev vala derxist. Bi tekoşîna sala 2016’an ve hemû cihenê jî dît ku komploger bi xwe asteng bûn û neçar mane.”

 ‘DEM DEMA SERHILDANA YE’

Gerîlayê HPG Brusk Rojhilat jî 18. Salvegera komplayê wek rojek reş destnîşan kir. Rojhilat di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku bersiva vê roja reş, bi azadiya Ocalan ve wê bê ronîkirin û wiha got; “ Pewîste em bes ne bi şermezarkirinê ve asê bimînin, her der pewîste bibe qada serhiladana. Heta ku em xwe digîhinin serkeftinê jî dest jê bernedin. Em hêzên tekoşîna azadiyê fedaiyêye Rêber Apo ne. Me ti carî ev komploya qebul nekir û em ê qemûl jî nekin. Me ti carî erîş û nezîkatiyê li hemberê Rêbertiya me qebul nekir û em ê ji bo vê komployê vala derbixînin bi her tiştê xwe ve tekoşîna xwe bidomînin.”

‘ DEM DEMA BERPIRSIYARTIYA LI HEMBER RÊBERTIYE PÊK ANÎNÊ YE’

Gerîlayê HPG’ê Gûrcan Agît destnîşan kir ku sala 2017’an sala serkefina tevgera azadiya Kurd e û perpirsiyartiya li hember Ocalan bi tekoşînê bilinkirinê ve wê xwe bigîhîne encamê û wiha axivî; “ Roja 15 Sibatê ji bo me rojek giran e. Rêbertiya me wek tavê rêya me ronî dike. Em bi Rêbertiya xwe ve bi watedar dibin. Bi bilindkirina têkoşînê ve em ê bikaribin erkê xwe li hember Rêbertiya xwe pêk bînin.”

 ‘ VÎNA AZAD NAYÊ DÎLGIRTIN’

Gerîlaya YJA Starê Nefel Kato got ku wê bi tekoşîna xwe ve komploya 15 Sibatê bê encam bihêlin û wiha got: “ Ev 18 sal in Rêbertiya me li girtîgeha Îmraliyê tê girtin. Bi pêrwerdekirina Rêbertiya me ya vînê ve em ê tekoşîna xwe pêş bixin. Rêbertiya me bi sekna xwe ya ‘ Vîna azad nayê dîlgirtin’ ve li dijî hemû komplogeran sekinî. Em ê bi tiştên ku me Rêbertiya xwe fêr bûn ve heta serkeftinê berdewam bikin. “Bijî Serok Apo”. “

 ‘DEWLETA TIRK LI GEL FAŞÎZMÊ WÊ LI PÊŞBERÎ RUHÊ FEDAYÎ YÊ GERÎLA BIŞEWITE’

Gerîlaya YJA-Star Ronahî Eren jî wiha got: “Rewşeke girtî ya ku li ti di teverên cîhanê nayê jiyîn heye. Ji sala 2015’an ve li ser Rêbertiya me tecrîdekî giran û dijwar tê kirin.”Eren bang li gel kir ku qadan vala nehêlin û ev tişt got: “Li ser Bakurê Kurdistanê qirkirinekî siyasî, civakî tê meşandin. Çawa ku ev polîtîak di dîrokê de bi ser neket, ti şik û goman vê yekê nîne ku dewleta Tirk bi ser bikeve. Bila dewlat Tirk vê yekê baş bizanibe; dewleta Tirk wê bi ruhê fedaî yê şervanên azadiyê û bi têkoşînê ve wê faşîzma wê jî bişewite. Em dikevin meha Sibatê. Divê gelê em hê bi bawer û bi biryardarî bikevin nava çalakiyan. Divê bi ti awayî çalakiyê me bi meha Sibatê ve sînordar nemîne. Li ser vî bingehî bang li gelê Kurd û ciwanan dikin ku heta ku Rêbertiya me azad bibe li qadan têbikoşin.”