Hejmarên firotina petrola salane ya Herêma Kurdistanê hate eşkerekirin

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Başûrê Kurdistanê diyar kir ku di 2017’an de rojê 445 hezar û 301 varîl petrol firotine derve.

Li gorî daxuyaniya wezaretê di nava salekê de divê herî kêm 7 milyar û 500 milyon dolar ketibe kasaye Herêma Kurdistanê. Meaşên karmendên ên salekê jî dike 5 milyar dolar.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Başûrê Kurdistanê diyar kir ku di 2017’an de 445 hezar û 301 varîl petrol firotine derve. Daxuyanî li ser hesabê twîtterê hate kirin û wezaretê hejmarên firotina petrolê ya beriya referandûmê jî eşkere nekir.

Li gorî hejmaran di meha Îlonê de 514 hezar û 51 varîl, di meha Cotmehê de 384 hezar û 659 varîl, di meha Mijdarê de 252 hezar û 301 varîl û di meha Kanûnê de jî 263 hezar û 542 varîl petrol firotine derve.

Li gorî van daneyan rêveberiya Başûrê Kurdistanê di sala 2017’an de 162 milyon û 530 hezar varîl petrol firotiye. Heke her varîlek bi 50 dolarî be, divê salane 7 milyar û 500 milyon dolar ketibe kasaya Başûrê Kurdistanê.

MEAŞ NAYÊN DAYÎN

Li herêma Kurdistanê meaşê salekê yê karmendan jî 5 milyon dolar e. Lê di sala 2017’an de tenê 9 mehan meaşên karmendan hatin dayîn. Ev meaş jî ji sedî 10’an heta ji sedî 70’yan hatibûn kêmkirin.

HEJMAR GELEKÎ ZÊDE NE

Di peymana di navbera Herêma Kurdistanê û şîrketa petrolê ya Rûs Rosneftê de di 2’ê Hezîrana 2017’an de derketibû holê ku “Bi vê peymanê re wê rojê 700 hezar varîl petrol were derxistin û heta dawiya salê wê ev hejmar bibe milyonek varîl.”

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Cebar Elî Hisên El-Lêbî di 23’ê Hezîranê de daxuyaniyek dabû Reûtersê diyar kiribû ku Herêma Kurdistanê “rojane 520  hezar varîl petrol difiroşe derve.”

Li gorî vê hejmarê salane divê 8 milyar û 796 milyon dolar têkeve kasaya Başûrê Kurdistanê.

Li gorî daneyên Başûrê Kurdistanê jî ya ku dibêje “rojane 630 hezar varîl petrol tê firotin” ev hejmar salane dike 10 milyar 659 milyon dolar.

 

GELO PEREYÊN PETROLÊ HATIN ŞANDIN?

Petrol a ku ji sala 2014’an û vir ve beşeke mezin îxracî Tirkiyeyê dibe û pereyên wê ji ser Halkbankê tê stendin, nehate hînbûn ku bi çiqasî difiroşin Tirkiyeyê. Lê derketibû holê beriya referandûma 25’ê Îlona 2017’an Tirkiyeyê dest danîbû ser pereyên petrolê yên di Halkbankê de. Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê jî diyar kiribû ku “ji ber kêşeyeke teknîkî” pere hatibûn derengxistin.