HDP’yî mal bi mal digerin

Namzetên HDP’yî çend roj mayî ji hilbijartina xwecihî re xebatên xwe didomîne. Namzet li bajaran serdan gel dikin û peyamên wê bi hev re bajarên xwe bi rê ve bibin didin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çend roj mayî ji hilbijartina xwecihî re xebatên xwe bê navber didomînin.

MELETÎ

Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Meletî û navçeyên wê û endamên partiyê, li taxên navçeya Hekîmxan, welatî ziyaret kirin. HDP’iyên rastî eleqeyek mezin hatin, dûre li taxa Başak bi gel re civiyan û feraseta rêveberiya xweseriyê vegotin.

AGIRÎ

Rêxistina HPG’ê ya Agiriyê di çarçoveya xebatên hilbijartina xwecihî de dutax, Zêdikan û Avkevir serdana gel kirin. Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk, endamê PM’ê yê HDP’ê Saoih Taşdemîr, alîkarê Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Mehmet Şîrîn Tunç li Avakevir tevlî civînên gel bûn. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê û Parlementera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Parlemetnerê Agiriyê Abdullah Koç jî li Tutaxê tevlî civînên gel bûn.

ERZIROM

Xebatên hilbijartina xwecihî ya HDP’ê ya li Erziromê jî bê navber dewam dike. Namzetên Hevşaredarên HDP’ê ya Erziromê Bariş Kemaloglû û namzetê Hevşaredariya Polandokeên Husnu Gul li gel hevserokê DBP’ê Muhsîn Kirici li nava taxan geriyan û daxwaza destekê kirin. Hevşaredarên ku projeyên xwe vegotin serdana sûka kirin û guh dan pirsgirêkên gel.

RIHA-HEWAG

Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Hevşaredarên Navçeya Hewag a Rihayê Mahmût Çakamak û Rabîa Aslan, mal bi mal geriyan û xebatên hilbijartinê bi rêve birin. Gelê Hewag namzet bi dahol û zirne û alên HDP’ê pêşwazî kirin.

Namzet li aliyekê taxan ziyaret dikin û li aliyê mal bi mal digerin û ji welatiyan re wê çawan li ser sindoqan dengê xwe bidin, vedibêjin.

Li taxekê çolter, kalekê ku HDP’î didin, berstûka xwe rozeta AKP’ê derxist û ji HDP’iyan re got “Gelo rozeke HDP’ê tuneye? Ez qane bûm û ezê dengê xwe bidim HDP’ê.”

XELFETÎ

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Xelfetî jî lez dan xwebatên xwe. HDP’ê di çarçoveyê xebatên de perwerde da peywirdarên sindoqan, berpirsîn dibistanan û muşahîdan. Civîna perwerdê li buroya hilbijartinê ya navenda Xelfetê hat lidarxistin û eleqeyek mezin ji bo civînê hebû. Ji ber ku cih di civînê de nema, gelek kes neçar man ku li ser piyan beşdarî civînê bibin.

Di civînê de behsa girîngiya hilbijartinê hat kirin û hîleyên sê hilbijartinên derbasbûyê de hatin kirin, hat nirxandin.