HDP’yî ketin Colemêrgê

HDP di çarçoveya Meşa Demokrasiyê de kete Colemêrgê.

HDP di çarçoveya Meşa Demokrasiyê de bi peyatî kete Colemêrgê.

Parlementer û heyeta bi wan re ji aliyê Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Colemêrgê bi çepik û tilîliyan hate pêşwazîkirin.

Konvoya ku ji Wanê ber bi Colemêrgê kete rê, di têketina Colemêrgê de Ii ser Pira Ciwanan wêne girt.

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevberdekê HDK’ê Sedat Şenoglû, Hevserokên ESP û SYKP’ê jî di nav de, endamên Desteya Rêveber a HDP’ê, Endamên Meclîsa Partiyê û parlementer di têketina bajêr de hatin pêşwazîkirin.

Heyet bi çepik û sloganan bi meşê ketin nava bajêr. Heyeta meşê bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin.

Heyet piştre çû avahiya HDP’ê ya Colemêrgê û ji bo meşa sibê plansazî kir.

Piştî plansaziyê wê heyet biçe serdana malan.