HDP Wan: Em ê şandeya xwe pêşwazî bikin!

Walîtiya mêtinger a Wanê beriya meşa HDP'ê ketin û derketina nav bajêr qedexe kir. Hevserokê Bajêr ê HDP'ê Okkeş Kawa got, ew ê pêşwaziyê li şandeyê bikin.

Waliyê mêtingeriya qirker a  Tirk a Wanê beriya meşa HDP'ê ketin û derketina nav bajêr qedexe kir.

Li ser qedexeya waliyê mêtinger ê Wanê Hevserokê Bajêr ê HDP'ê Okkeş Kawa got, "Ev gav ji bo astengkirina HDP'ê hatiye avêtin. Li Wanê jixwe qedexeyeke domdirêj heye. Di nav Rewşa Awarte de rewşeke din a awarte ava kirine. Em ê serdanên xwe yên mal û esnafan bidomînin.

Kawa diyar kir ew qedexeyê qebûl nakin û got, "Em ê li petrola Hîtîtê wekîlên xwe pêşwazî bikin. Wan hatiye dorpêçkirin. Em nizanin di rê de wê çi bibe. Em ê şandeya xwe ku saet 14.00, 15.00'an ji Colemergê were pêşwazî bikin."